Biryardariya Erdogan a bêbiryarbûnê - Rauf KARAKOÇAN

Biryardariya Erdogan a bêbiryarbûnê - Rauf KARAKOÇAN
10 nîsan, 2025   08:00

Di ser daxuyaniyên heyeta Îmraliyê re pir wext derbas bû. Her çend biryara 'danîna çekan û feshkirina PKK'ê' rîskan bi xwe re tîne jî, êdî bangeke wiha hate kirin. Li gel nêzîkatiyên dewletê yên bêbawerî, Rêber Apo însiyatîfa yekalî li xwe girt û berpirsyariya dîrokî jî da ser milê xwe. Piştî vê jî êdî dora dewletê ye.

Rêziknameyên qanûnî ji bo derxistina qanûnên pêwîst, ji bo amadekirina zemîna qanûnî û siyasî, gavên pêwîst hîna nehatine avêtin. Dabînkirina şert û mercên xebatê yên Rêber Apo wek rewşeke jêneger hîna li holê ye. Anku nota ku ne di metna nivîskî de bû, lê ji hêla Sirri Surreya Onder ve hate gotin, xaleke herî girîng e. Wek banga li dewletê, bi gotineke devkî li metnê zêde bû.

Amadekirina hebûna PKK'ê ya mezin ji bo pêvajoya nû, bi qasî veguherandina dewletê dijwar e. Ji bo ku hemû qadên ku PKK lê bi bandor vê guhertinê pêk bînin, divê şert û mercên xebatê yên Rêber Apo bên mîsogerkirin. Ev yek mecbûriyetek e. Bi tena serê xwe peydakirina şert û mercên xebatê jî têrê nake, her wiha ji bo alîkariya Serok pêwîstî bi ekîbeke xebatê jî heye.

Tevî ku ev qas dem derbas bûye jî, serokkomar Erdogan xwe nedaye ber bar û xwe giran dike. Ew di avêtina gavekê de bi xof e. Aliyê dewletê jî hê gavek neavêtiye û di mijara pêşvebirina vê pêvajoyê de jî bê biryar e. Heke Rêber Apo bi çar parçeyên Kurdistanê û avaniya xwe ya rêxistinî ya li Ewropayê re têkiliyê daneyne û PKK'ê ji bo kongreyê amade neke, daxuyaniya Îmraliyê dê bê bandor bimîne. Serok bi xwe gotiye; heke dewlet wezîfeyên xwe bi cih neyne, divê nivîsa wê bangê bê çirandin û avêtin. Karên ku divê bê kirin, bi awayekî xwezayî girêdayî gavavêtina dewletê ne. Em hêvî û daxwaz dikin ku sedsala bê ya Tirkiyeyê neyê pûçkirin.

Ji perspektîfeke berfirehtir; çareseriya rewşa kaotîk a heyî ya Tirkiyeyê li Îmraliyê ye. Mifteya çareseriyê ya di navbera CHP û hikumeta AKP'ê de, girtina Îmamoglu û geşedanên piştî wê jî li Îmraliyê ye. Biryara PKK'ê dê ji gelek aliyan ve bibe rehetiyek ji bo Tirkiyeyê. Hem di polîtîkaya derve hem jî ya navxweyî de dê rê veke.

Tirkiyeyê bi salan razemenî li şerê navxweyî yê Sûriyeyê kir lê qonaxa xwe gihandiyê ev e; bûye dûajo. Ji bo tunekirina destkeftiyên li Sûriyeyê ji niha ve zemîneke guncaw hatiye afirandin. Ji neçarî bi Îsraîlê re rû bi rû bûye. Rewşa niha ya Tirkiyeyê, ji kîjan alî ve jî mirov lê binêre, nakokî ye. Kesî bala xwe neda zirtegotinên wekî “an dê çekan binax bikin an jî dê bi çekên xwe re bên binaxkirin”. Bixwaze jî nexwaze jî di pirsgirêka Kurd de asê bûye.

Piştî vê merheleyê nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd nêzîkatiyeke di ser partiyan re lazim dike. Tirkiye hem ji bo desthilatê hem jî ji bo muxalefetê di merheleyeke djwar re derbas dibe. Demokrasî yekane vebijêrk e ku Tirkiyeyê rehet bike. Rêya ku Tirkiye ber bi demokrasiyê ve dibir, berê di Amedê re derbas dibû! Mixabin rêya demokrasiyê guherî û ji niha û pê ve di Îmraliyê re derbas dibe.

Pêvajoya Îmraliyê bi tenê bi pirsgirêka Kurd re sînordar nîn e. Divê wek gaveke amadekirina Tirkiyeyê ji bo sedsala nû û sazkarbûna demokrasiyê bê dîtin. Li bo amadekirina destûra nû û ji nû ve pênasekirina wê ji welatîbûna wekhev heta bi mafên takekesî û azadiyan û ji bo bidestxistina pîvanên demokratîk şertek e. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo demokrasiyê mîna pêşşertekî ye.

Gelekî girîng e ku gel ji bo pêvajoya demokratîk bê amadekirin, demokrasî wek daxwazeke pêşîn bê rojevê û berê enerjiya gelan bikeve demokrasiyê. Daxwaza sereke ya gel ku bi hemû beşên civakê û bi taybetî jî ciwan û jinan re rabûye ser pêyan, divê demokrasî be. Yekane rêya derketina ji nava pirsgirêkên gel û bicihanîna daxwazên wan, hewldaneke demokratîk e. Kilîda demokrasiyê jî li hucreya yekkesî ya girtîgeha Îmraliyê dane. Heke ew derî vebe, dê çarenûsa Tirkiyeyê biguhere!

Pêvajoya ku Rêber Apo li Îmraliyê bi yekalî da destpêkirin, firsendeke girîng afirand ku divê nebe qurbaniya dengên ji bo partiyan. Divê hêrsa mezin a girseyên ku li kolanan, bi berjewendiyên siyasî yên biçûk ên partiyan û hesabên teng ên desthilatê re neyê sînordarkirin. Siberoja AKP’ê û ya CHP’ê jî girêdayî Îmraliyê ye. Ji bo vê jî daxwaza 'Tirkiyeyeke demokratîk' ji bo her kesî ji av û nan girîngtir e.

Desthilata ku domana rêya aştî, aramî û demokrasiyê hêdî dike û li dijî bêbiryariya wê ya rê li ber pêvajoyê veke, divê bertekên girseyî hebin. Divê gel bi xwe bi be xwediyê vê pêvajoyê. Hembêzkirina demokrasiyê wezîfeya bingehîn a gel e. Bi zorlêkirina lidarxistina hilbijartinan, demokrasiya ku tê hêvîkirin û tê xwestin û pêwîstî pê heye, nayê. Divê fêm bikin ku pirsgirêkên Tirkiyeyê ne pirsgirêkên wisa ne ku tenê bi guhertina desthilatê bên çareserkirin. Li Tirkiyeyê ku veguheriye sergoya partiyan, her kes dizane ku demokrasî bi daxistina partiyekê ji desthilatê û anîna partiyeke din pêk nayê.

Fêmkirina wateya ku li pêvajoya Îmraliyê hatiye barkirin, ji bo hemû aliyên civakî û yên siyasî û nemaze jî ji bo biryarderan girîng e. Hewleyeke demokrasiyê ya berfireh e ku siberoja gelên ku li Tirkiyeyê diyar dike û bandorê li siberoja siyasî ya Rojhilata Navîn dike. Ji gavên pratîk ên wekî “danîna çekan û jiholêrakirina rêxistinê” gelekî wêdetir e. Divê em vê yekê bizanin; ji bilî serxistina pêvajoya Îmraliyê û piştgiriya wê rêyeke din nîn e.

Dema qumaşê pêvajoya li pêşiya me bi hesasî tê pîvandin û birîn, divê herî zêde jî baldarî li ser bikaranîna rast û kêrhatî ya meqesên di dest de be. Heke rast were bikaranîn dê xeftan, lê heke şaş jî were bikaranîn dê kefen jê derkevin.