Berxwedana Şêxmeqsud didome

Hat diyarkirin ku nûçeyên dibêjin çeteyan taxa Şêxmeqsud kontrol kiriye, derewin û berxwedanek mezin didome.

Berxwedana Şêxmeqsud didome
10 ÇILE, 2026   10:08
HELEB

Di hinek saziyên ragihandinê yên nêzî komên çete yên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û ragihandina dewleta Tirk de, tê îdîakirin ku komên çeteyan taxa Şêxmeqsud xistiye bin kontrola xwe. 

Lê çavkaniyên ji nava taxê ragihandin ku ev nûçe derew in û şerekî dijwar berdewam dike. Li hemberî êrişan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedanê didomînin.

(ekip)

ANHA