‘Berxwedana ku ji Kobanê dest pê kir li Tişrînê berdewam e’

Welatiyên Kobanê diyar kirin ku berxwedana ku ji Kobanê dest pê kirî îro jî li bendava Tişrînê berdewam dike, ew ê bi wê rihê berxwedanê dagirkerî û faşîzmê têk bibin.

‘Berxwedana ku ji Kobanê dest pê kir li Tişrînê berdewam e’
27 ÇILE, 2025   15:20
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Welatiyên Kobanê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bendava Tişrînê û li hember van êrişên berxwedana şervanên QSD`ê û YPJ`ê bi berxwedaniyeke bê hempa didin meşandin, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Fîraz Qasimlo diyar kir ku ew ê her tim bendava xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û faşîst biparêzin û axaftina xwe wiha dom kir: “Dewleta Tirk a dagirker di 2014`an de çawa destek dida çeteyên DAIŞ`ê ji bo heman tiştê dike.

Qasimlo destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hemû êrişên xwe yên hovane carek din dixwaze bendava Tişrînê ji dagirbike û got: “Çawa ku şervanên me Kobanê kirin gora çateyên DAIŞ`ê wê vê careke jî şervanên me bendava Tişrînê bikin goran dewleta Tirk a dagirker.”

Aliya Simaîl Mihemed anî ziman ku ew ê bi hemû hêza xwe bi piştgiriya şervanên QSD`ê û YPJ`ê bikin û wiha pê de çû: “Şervanên me xwedî hêzê ne ku çawa çete pêk birin.

Şervanên me ji bo parastina axa û welatê xwe bi hemû hêza xwe têkoşîn dikin û li ber xwe didin. Berxwedana ku ji Kobanê dest pê kirî îro jî li Bendava Tişrînê berdewam e.”

Aliya diyar kir ku ew ê bi şahiya serkeftinê dîlan li tevahî Cîhanê bê gerandin û got: “Emê bi şahiyekê pîrozbahiya têkçûna dewleta Tirk a dagirker li her çar parçeyên Kurdistanên bigerînin, wê şervanên me bi serbikevin û her tim serkeftina her para me bê.”

Ferhad Mihemed Nesan êrişên li ser bendava Tişrînê şermezar kir û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Em ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bikin da ku em têkoşîna wan li bendavê ji tevahî Cîhanê re ragihînin.”

`EMÊ AX Û BENDAVA XWE BIPARÊZIN`

Mehemed Nesan anî ziman ku ew tu carî dest ji axa xwe bernadin wê axa xwe bi hemû hêza xwe biparêzin ji dagirkeriyê û wiha domand: “Ev der axa me ye, bendav bendava meye wê ji dijmin re bibe xewn û xeyal, em ê bi hemû hêza xwe ax û bendava xwe biparêzin.”

ANHA