‘Berdêl çi dibe bila bibe em ê axa xwe biparêzin’

Şêniyên Amûdê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişkirina herêmê dixwaze wan koçber bike. Şêniyan destnîşan kir ku berdêl çi dibe bila bibe ew dev ji axa xwe bernadin.

‘Berdêl çi dibe bila bibe em ê axa xwe biparêzin’
10 mijdar 2024   03:10
AMÛDÊ
SÎMAV MEHMÛD

Dewleta Tirk a dagirker Cotmeha borî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di wan êrişan de sivîl, binesaziya herêmê ya stratejîk bombebaran kirin. Li hember wan êrişan, hêrsa gel rabû.

Şêniyên bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê helwesta xwe li hember van êrişan rave kir û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze wan koçber bike, lê dev ji axa xwe bernadin.

Şêniyê bi navê Pêşeroj Cewherî got: "Dewleta Tirk bûyera li Enqereyê çêbûye, kir hêncet û êrişî herêmê kir. Lê armanca wê ya sereke têkbirina binesaziya civakî û aborî ya herêmên Rêveberiya Xweser e.”

Cewherî diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şêniyan koçber bike lê got: "Şêniyên Rojava dev ji axa xwe bernadin."

Ebdullah Yusif jî êrişên li dijî herêmê şermezar kirin û anî ziman ku koçberkirina şêniyan, armanca êrişan e. Yusif wiha domand: "Em dev ji axa xwe bernadin. Gelê herêmê wê li hember êrişan li ber xwe bide.”

Ebdulqadir Mihemed jî got: "Herêmên me ewle ne. Ji dehan salan ve pêkhateyên wê bi aştî bi hev re dijîn."

Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk avahi û navendên xizmetguzariyê kirin hedef ji bo ku şêniyan koçber bike û ewlehiya herêmê têk bibe.

Hemdiye Ebdulkerîm jî êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe, tirsê bixe dilên şêniyan ji bo ku koçber bibin."

Hemdiye di dawiyê de got: "Kurd şer naxwazin. Lê eger bê xwestin berdêl çi dibe bila bibe amade ne axa xwe biparêzin."

(şx/k)

ANHA