Şêniyên taxa Cûdî li Qamişlo daxwaza çareserkirina kirîza avê kirin

şêniyên taxa Cûdî li Qamişlo bi hatina havînê re êşa qutbûna ava vexwarinê dikişînin, ev yek wan neçar dike ku xwe bispêrin tankerên avê yên bi lêçûnên zêde. Rêveberiya Saziya Avê li Qamişlo soz da ku tedbîrên awarte bigire û pompkirina avê zêde bike bike.

Şêniyên taxa Cûdî li Qamişlo daxwaza çareserkirina kirîza avê kirin
2 tebax, 2026   14:34
QAMIŞLO
Mihemed Nûrî Elo

Şandeyeke şêniyên taxa Cûdî ya Qamişlo serdana Rêveberiya Saziya avê li Qamişlo kir, li wir wan bi rêveberiyê re civînek li dar xist da ku li ser krîza avê gotûbêj bikin û çareseriyan bibînin.

Ebdilhelîm Ebû Hogir, endamê şandeyê, ji ajansa me re got ku wan serdana Saziya Avê kirine da ku li ser êşa şêniyan gotûbêj bikin û got ku wan sozên çareseriyên lezgîn wergirtine da ku di demek kurt de krîza avê çareser bike.

SOZÊN ÇARESERIYÊN AWARTE

Rêveberê Saziya Avê li Qamişlo, Mehmûd El Mehmûd, di hevdîtina xwe de ji şêniyanre rave kir ku sedema kêmbûna avê li taxê ji ber qutbûna elektrîkê ye e. 

El Mehmûd diyar kir ku rêveberî dê li ser pêkanîna çareseriyên awarte, wek zêdekirina pompkirinê û baştirkirina gihîştina avê ji bo şêniyan bixebite.

(k)

ANHA