`Bêdengiya giyanê` tabloyeke êşên wênesaz vedibêje
Wênesaz Resmiye El Irsan tabloyek bi sernavê "bêdengiya giyanê" bi rengên bedew xêz kiriye ku tiştên bi devkî nekariye bîne ziman, bi rêya vê tabloyê vedibêje.
"Bêdengiya giyanê" tablyoke ku êşên jinan ji ber urf û adetên paşverû ve kişandine û dikişîne, vedibêje. Wênexêz Resmiye El Irsan a ku ev tablo xêz kiriye sala 1977`an li Tebqayê ji dayîk bûye.
Resmiye ji biçûkaniyê ve, ji xêzkirinê hez dikir. Xewn û xeyalên xwe li ser kaxiz û dîwaran rave dikir. Dema di dibistana seretayî de bû tev li pêşbirka wêneyan a Pêşengên Talaê bû. Dûre tev li gelek pêşangehên din bûye. Gelek kes dibûn heyrana tabloyên wê.
Resmiye dibistanan navîn û amadehî li bajarê Tebqayê xwendiye û dûre xwendina xwe di peymangeha hunerên jinan de heta du salan li Reqayê temam kiriye.
Di peymangehê de, Resmiye di beşa huner û xêzkirinê de sala 1997`an bû pispor. Piştî derçûnê di dibstanên navîn de waneyên xêzkirinê dane. Resmiye têkildarî wê got: "Ew roj, yekemîn tecrubeya min a wênexzêkirinê bû. Min tiştên xweşik fêrî nifşan kirin, behreyên wan keşf kirin."
Bi destpêkirina aloziyê re sala 2011`an hevjînê Resmiye ji hêla kesên nenas ve tê kuştin. Resmiye bi tenê bi 7 zarokên xwe re ma. Resmiye ew roj an jî pêvajo bi gelek zehmetî wesifand û got: "Fişarên mezin li ser min hebûn. Diviyabû pêdiviyên zarokan peyda bikim. Urf û adetên civakê jî rê li pêşiya min digirtin. Lê min hêz ji hezkirina zarokên xwe girt. Ji ber wê min zehmetî derbas kir û heta qederekê min xwe bi xwe zarokên xwe mezin kirin."
Bi rizgakirina Tebqayê re sala 2017`an, saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Tebqayê ava bûn. Resmiye tev li nivsîgeha wênexêzkirinê ya Navenda Çandê ya Tebqayê bû û der barê de got: "Ev kar, ji bo min derfetek bû ku ez xwe nas bikim. Gelek zehmetî jî li min sivik kirin."
Resmiye wiha domand: "Ji dema tev li nivîsgehê bûme ve, ez tev li gelek pêşangehên li herêmê bûm. Her wiha tev li gelek atolyeyên hunerên şêwekariyê bûm."
ˊBÊDENGIYA GYIANÊˊ
Resmiye wiha domand: "Xêzkirin, strageha giyana min e. Bi rêya wê hest û êşên xwe û yên jinan rave dikim. Me gelek êş ji urf û adetên paşverû kişandin û hîna dikişînin."
Resmiye gotineke wênexêz, peykersaz û şêwekarê Spanî yê navdar Pablo Ruiz Picasso bi bîr xist ku dibêje: "Huner tozê jiyanî ji ser giyanê dibe" û got: "Ez jî bi rêya tabloyên xwe, barên jiyanê ji ser giyana xwe radikim."
ˊRAVEKIRINA RASTIYA JINAN DI HUNERA MODERN DE ˊ
Resmiye der barê tabloyê de got: "Min xwest bi rêya vê tabloyê, hebûna xwe wek goşeyeke di quncikeke tarî de girtî ye ku hewl dide tariyê, qeydan, westanê û êşên li ser milê xwe rake, rave bikim. Min xwest, êşên xwe, westana bi salan û azarên rojane ji ber urf û adetên paşverû derbirînim beyî ku gotinekê bêjim."
Resmiye diyar kir ku pêwîstiya jinan bi derbirandinê, hevsengiya di navbera bedewiya hunerî û ravekirina cidî ya dozên xwe de heye. Li gorî Resmiye, ji bo derbaskirina zehmetî û astengiyên civakî û çandî, huner amûr e.
Resmiye tabloya xêzkirî şîrove kir û çawa bi rêya wê hewl daye êşên jinan di civakê de derbirîne. Di heman demê de Resmiye destnîşan kir ku jin bi hêz e dikare li hember zehmetiyan bisekine, rabirdûya xwe ya bi êş ji bîr bike, jiyanê temam bike ji bo ku xeyalên xwe bîne cih û jiyaneke baştir wek jineke rastîn ava bike.
Resmiye nêzî 50 tablo têkildarî mijarên wek jin, zarok, çand, erdhejê xêz kirine û gelek pêşangehên li Qamişloyê tabloyên wê kirîne.
Helbestvan Can Îbrahîm li ser vê tabloyê, helbestek bi sernavê "çirsûka giyanê" nivisî. Îbrahîm di helbestê de wateyên giyaneke westayî û bêdengiyeke kûr, vedibêje.
(şx)
ANHA