Di êrişan de gelek malên şêniyan wêran bûn
Di encama êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî de zirarên mezin li milkên welatiyan bûn.
Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî gundên Kişkiye, Ebû Hemam û bajarê Bisêra yçn li rojhilatê kantona Dêrazorê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama êrişê de li gundê Kişkiye de 2 kes birîndar bûn.
Li gundê Sebha yê bajarê Bisêrayê jî ji ber êrişan zirareke mezin li mal û milkên welatiyan bû û gelek mal mêran bûn.
(bb)
ANHA