`Ne çek ne tecrîd nikarin ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin`

Malbatên şehîdan ên li Helebê diyar kir ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan ne bi çekê ne bi tecrîdê ne bi ti rêbazeke din tune nabin, ji ber ku di hişê wan de hatine rûniştandin.

`Ne çek ne tecrîd nikarin ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin`
`Ne çek ne tecrîd nikarin ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin`
`Ne çek ne tecrîd nikarin ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin`
`Ne çek ne tecrîd nikarin ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bikin`
12 tebax 2024   05:45
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Desthilata Tirk bi rêya ferzkirina cezayên dîsiplînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam û giran dike. 

ˊRAMANÊN RÊBERTÎ NAYÊN TUNEKIRIN!ˊ

Mihemed Ekrem Şêxo bavê şehîd Cîger ê ku sala 2007`an ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hate girtin û sala 2015`an di bin îşkenceyê de di girtîgeha Sidnayayê de hate şehîdxistin got: "Pergalên serdest ên ku destê wan di revandina Rêber Abdullah Ocalan de heye û dûre bi rêbazên derqanûnî radestî Tirkiyeyê kirine, siyasetên xwe yên dijberî rêgeza Rêber Abdullah Ocalan didomînin."

Şêxo wiha domand: "Bi rêya cezayên dîsiplînê dixwazin vîna Rêbertî bişikînin, ramanên wî tune bikin û nehêlin belav bibin."

Şêxo da zanîn ku ne pêkan e ramanên Rêber Abdullah Ocalan tune bibin û wiha domand: "Ew ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya têkoşîna 40 salî di hişê me de hatine çandin, ne bi çek ne bi tecrîdê ne bi tu rêbazeke din, tune nabin."

ˊMAF NAYÊ DAYÎN TÊ STANDINˊ

Şêxo soz da ku têkoşînê bidomîne û wiha pê de çû: "Kurd ji Rêber Abdullah Ocalan li benda xeberekê ne. Em dev ji berxwedana xwe bernadin ta ku bi dest bixin. Ji ber ku nadir e qeder kesayetek bi vê dilsoziyê, bi gelê xwe û axa xwe ve girêdayî, ji me re bişîne."

Şêxo di dawiyê de got: "Em ji kesekî azadiya Rêberê xwe naxwazin, lê em ê bi xwe bi dest bixin. Rêberê me ji bo me her tişt kir. Pergalên kapîtalîst jê re gotin, dev ji gelê xwe berde tu yê azad bibî, lê wî qebûl nekir. Baweriya me bi ramanên wî heye. Divê em di pratîkê de pêk bînin."

ˊTÊKOŞÎN TÊRÊ NAKEˊ

Xwişka 2 şehîdan; Sozdar (Eyşe Hiso) û Dilşêr (Xalid Hiso) ên ku sala 1997`an li çiyayê Metînayê şehîd bûne, Sozdar Reşo got: "Berxwedana ku em dimeşînin têrê nake û negihiştiya asta têkoşîna Rêber Ocalan. Divê em têkoşînê mezin bikin."

Der barê rêbazên têkoşînê de Sozdar wiha axivî: "Em gelekî ku dev ji rêya Rêberê xwe bernadin e. Me li gorî ramanên wî xwe bi rêxistin kiriye. Rêberê me rê nîşanî me da. Pêvajoya rizgariyê bi rê ve bir û ruxmî ku rewşa li ser hatiye ferzkirin dijwar e lê dev ji me berneda. Tirsa di dilê me de ji holê rakir, ji bo ku em têkoşînê li hemberî dagirkerên Kurdistanê berdewam bikin."

ˊBI SAYA WÎ EM KURDIYATIYA XWE BI KAR TÎNINˊ

Sozdar diyar kir ku beriya ku Rêber Abdullah Ocalan dest bi têkoşînê bike, Kurd nediwêrîn bigotana ew Kurd in û got: "Niha bi saya wî kurdiyatiya xwe venaşêrin. Divê em layîqî fedakariyên wî bin. Divê em nifşan li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bigihînin. Tirkiye hewl dide ku ramanên Rêber Ocalan negihêjin me, lê bi ser neket û em bi dil û can bi Serokê xwe re ne."

Bavê şehîd Çekdar Efrîn (Ebdullah) ê ku 2012`an tev li tevgera rizgariya Kurdistanê bû, cihê xwe di şerê Kobanê de sala 2014`an girt û sala 2016`an li Girê Spî di berxwedana li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, Mihemed Elî Silêman got: "Qeder her serdemekê xilaskerekî ji gelên bindest re dişîne."

Silêman wiha domand: "Siyasetên Rêbertî nerm in, banga aştiyê kir. Ji ber wê rêjeya herî mezin a Kurdistaniyan hewl da perspektîfên wî praktîk bikin. Em çiqas bidin jî, em ne poşman in. Çerku em sax in em ê her tim deyndarê wî bin. Li ser vê esasê jî em ê di aliyê siyasî û leşkerî de tê bikoşin."

(şx)

ANHA