Di êrişên li ser Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn

Di êrişên hêzên Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên li ser gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn.

Di êrişên li ser Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn
12 tebax 2024   08:21
DÊRAZOR

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ji barbanga îro ve gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran dikin.

Çekdar ji navendên xwe yên li gundê Diwêr û Sibêxan bi moşekan gundê Basîra, Kişkiye û Ebû Hemam topbaran dikin.

Nûçegihanên me ragihandin ku di encama topbaran li ser gundê Kişkiye de 2 sivîl birîndar bûne. Birîndar li nexweşxaneya Eû Hemam têne dermankirin.

Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyê hatine girtin, her du birîndar ji malbatekê ne. Navên wan wiha ne: Emar Salih El Emşe û hevjîna wî.

(şx)

ANHA