Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 3 bazirganên hişbirê li kantona Reqayê û belavkarekî pereyên sexte li kantona Cizîrê, girtin.

Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
Bazirganên hişbirê û belavkerekî pereyên sextê hatin girtin
23 hezîran, 2025   16:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku wan di 20'ê Hezîranê de li kantona Reqayê 3 bazirganên hişbirê û di 21'ê Hezîranê de li kantona Cizîrê belavkarekî pereyên sexte, girtin.

Li gorî navendê, li gel bazirganên hişbirê 350 gram madeya krîstal, hejmarek hebên hişbirê û amûrên bikaranîna hişbirê û bombeyek desteser kirin. Navendê ew ji Dozgeriya Giştî re rakirin ku tedbîrên yasayî der barê wan de werin girtin.

Her wiha li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê jî belavkarekî pereyên sexte, 7 mîlyon û 500 lîreyên Sûriyeyî yên sexte jî, hatin girtin û ji bo Dozgeriya Giştî hat veguhastin.

Navendê aşkera kir ku piştî agahî ji hêzan re hatin ku kesek pereyên sexte yên Sûriyeyê li sûkan belav dike, tîma teyabet bi şopandinê dest bi xebatên xwe kir. Di encamê de hêzan bi ser cihê tohmetbar de girt û ew di sûc de girtin.

Di lêpirsînên destpêkê de, tohmetbar li xwe mikur hat ku ew kaxizên pereyên serxt ji kesekî li Lubnanê werdigire û bi rêya nerewa derbasî welat dike, da ku wan pereyan li sûkên herêmê belav bike. Tohmetbar ji Dozgeriya Giştî re hat rakirin ku tedbîrên yasayê li dijî wî werin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiyê de soza domandina têkoşînê dijî van kiriyaran dubare kir û bang li welatiyan kir ku bi hêzan re alîkar bin û der barê tevgerên biguman de agahiyê bidin.

(mh/fr)