Baregehên Tirkiyê dîse agir li rojavayê Til Temirê pêxistin

Baregeha leşkerîya dewleta Tirk a dagiker a li gundê Leylan ê dagirkirî agir berda firazeyên li derdora gundên Leylan û El Erbaîn, li rojavayê Til Temirê, di encamê agir li erdên çandinyê yê derdorê belav bû.

Baregehên Tirkiyê dîse agir li rojavayê Til Temirê pêxistin
21 hezîran, 2026   13:08
HESEKÊ

Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker a li gundê Leylan ê dagirkirî bi zanebûn agir li derdora gundên Leylan û El Erbaîn pêxist, di encamê de agir li seranserê erdên çandiniyê yên di nav axa dagirkirî de belav bû.

Tîmên awarte yên li Til Temirê, bi hevkariya şêniyan ketine amadebaşiyê, ji bo pêşîgirtina belavbûna agir li deverê û erdên çandiniyê yên nêzî bajêr.

Tîmên awarte her wesayît û tîmên agirkujiyê ji bo destwerdana bilez amade kirine ger agir ji sînorên axa dagirkirî derbas bibe.

(k)