Baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatin êrişkirin

Li dijî baregehên DYA’yê yên li Herêma Kurdistan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov û biçek û moşekan êriş pêk hatin.

Baregehên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê hatin êrişkirin
3 mijdar, 2023   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê duh bi şev Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” baregeheke hêzên Amerîka ya li bajarokê Herîr ê ser bi Hewlêrê ve, her wiha baregeheke leşkerî ya Amerîka ya li Şedadê yê dikeve başûrê Hesekê hedef girtin.

Heman çavkanî aşkera kir ku, êriş bi balafirên bêmirov û moşekan pêk hatine û hate gotin: “Baregeha li Şedadê bi balafirên bêmirov hatiye hedefgirtin, her wiha baregeha din a li Herîrê jî bi du moşekan hatiye hedefgirtin.”

Derbarê ziyanan de heya niha ti agahî nehatine bidestxistin.