Bavê 2 şehîdan: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin

Omer Omer ku di rêya azadiyê de birayek û 2 zarokên wî şehîd bûne, got “Me zêdetirî 10 hezar şehîd di rêya avakirina civakeke azad û adilane de dane. Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin."

Bavê 2 şehîdan: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Bavê 2 şehîdan: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Bavê 2 şehîdan: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Bavê 2 şehîdan: Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
20 tîrmeh, 2025   05:06
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Omer Omer di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de bi navê Omer Çîçek tê naskirin, sala 1946’an li gundê Belîlko yê bajarê Racoyê yê kantona Efrîn-Şehbayê çavê xwe li jiyanê vekiriye. Omer ku şahidî ji siyasetên qirkirin û piştaftina çandî re ku rejîma Baasê li ser gelê Kurd dimeşand kiriye, ji ciwanatiya xwe ve serwext bû ku têkoşîna rêya yekane ya bidestxistina azadî û kerametê bû, di dawiya salên 1980’î de Tevgra Rizgariya Kurdistanê ji nêzî ve dinase û tev li çalakiyên wê dibe.

Bi Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re (1999), birayê Omer, Hesen ku bi navê Çeknaz tê naskirin tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe. Çeknaz ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke demdirêj dimeşîne di sala 2004’an de li Dêrsimê şehîd dibe.

Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) re ku çirûska wê li Kobanê pê ket, Omer ji kesên pêşîn bû ku cihê xwe di nava şoreşê de girt. Di wê baweriyê de bû ku şoreş ne hilbijartinek e, lê belê bersivek li hemberî rewşa ku rejîma Baasê li ser gelê Kurd, nasname, çand û zimanê wê ferz kiriye ye.

Di vê çarçoveyê de, keça Omer, Perwîn Egîd tev li nava refên YPJ’ê bû. Perwînê ku di berxwedana dîrokî ya Kobanê de cih girt, sala 2015’an di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya bi erebeyeke bombebarkirî de şehîd bû.

Di sala 2018’an de kurê Omer ê bi navê Egîd Çiya (Mihemed Omer) li eniya Qurt Qolaqê ya bajarê Şêranê di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Kurê Omer ê bi navê Kerîm (Ekrem Omer) jî ji wê demê ve  winda ye û agahî jê nayê wergirtin.

‘EM NABIN KOLEYÊN DESTHILATDARAN’

Tevî bûyerên biêş ku bi serê Omer de hatine, lê diyar kir ku poşman nebûye ku xeta şoreşê hilbijartiye û wiha got: "Me ev rê hilbijart, ji ber ku em qebûl nakin di bin koletiya desthilatekê de ku me nas neke bijîn. Şoreşa me qîrîna heqiyê û serhildana gel a ji bo bidestxistina nasnameya jidestdayî ye."

Omer peyamek jî da aliyên hewl didin modela rêveberiya navendî ya despotîk dubare bikin û wiha got: "Yên ku tecrubeya rejîma Baasê nexwînin dê aqûbeta wan jî rûxandin be. Yên bibin rêveber jî divê tevahiya pêkhateyan qebûl bikin û destûrê nû bikin ku edalet û pirrengiyê mîsoger bikin."

Omer diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê û ezmûna Rêveberiya Xweser berdewama berxwedana zindana Amedê anku "Rojiya Mirinê" (14 Tîrmeh 1982) e. Her wiha bi bîr xist ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bingeha teorîk û rêxistinî ya vê şoreşê danî û wiha got: “Yên ku xwînê dide qebûl nake ku herêm carek din bi yek rengî were avakirin. Me jî di rêya azadiyê de keç û xortên xwe dane  û em qebûl nakin ku vegerin rewşa berê."

Omer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ev êriş îradeya gel neşkand û wiha dawî li axaftina xwe anî "Em gelê vê axê ne, em dê nehêlin dîroka me were îmhakirin. Me zêdetirî 10 hezar şehîd di rêya avakirina civakeke azad û adilane de ne. Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên xwe biparêzin."

(bb)

ANHA