Balyozê DYA’yê: Îsraîlê pergala parastina hewayî da Îmaratê

Balyozê DYA`yê yê Îsraîlê aşkera kir ku Tel Avîvê Pprgala Qubbeya Hesinî û personelên wê dane Îmaratê.

Balyozê DYA’yê: Îsraîlê pergala parastina hewayî da Îmaratê
12 gulan, 2026   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê DYA`yê yê Îsraîlê Mike Huckabee îro ragihand ku Îsraîlê pergala parastina hewayî  ya Qubbeya Hesinî û personelên ku wê bixebitînin dane Îmaratên Yekbûyî yên Erebî.

Huckabee di konferanseke li Zanîngeha Tel Avîvê de axivî û spasiya xwe ji bo Îmaratê anî ziman û got: "Ew welatê yekem bû ku tev li Peymanên Birahîm bû, lê binerin çi sûd wergirt. Îsraîlê niha bataryaya Qubbeya Hesinî şand, her wiha personelên ku alîkariya xebitandina wan bikin jî şandin."

(k)