Balonên çopê li navenda serokatiyê ya Koreya Başûr ketin

Koreya Bakur balonên tijî çop şandin navenda nivîsgeha serokatiyê ya Koreya Başûr.

Balonên çopê li navenda serokatiyê ya Koreya Başûr ketin
24 tîrmeh, 2024   11:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Balonên bi çopê barkirî yên ku Koreya Bakur şandine, li navenda serokatiyê ya Koreya Başûr ketin.

Dezgehên çapemeniyê yên Koreya Başûr ragihand ku di encama bûyerê de tu zirar çênebûne lê Seulê tîmên destwerdana lezgîn a kîmyewî seferber kirine û teqez bû ku metirsî tê de tune ye.

Ev cara yekê ye ku êrişeke wisa li dijî navenda serokatiyaê ya Koreya Başûr ya li paytext Seulê çêdibe ku ji aliyê bi dehan leşkeran ve tê parastin û wek herêmekê qedexeya firîna balafiran hatiye ragihandin.

(şx)