Di êrişa li Şengalê de şervanekê YBŞ’ê bi giranî birîndar bû -HAT NÛKIRIN

Balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker li nêzî nuqteyeke YBŞ’ê ya li nêzî bajarokê Tilizêr bombebaran kir, li gorî agahiyên destpêkê şervanekê YBŞ’ê bi giranî birandar bûye.

Di êrişa li Şengalê de şervanekê YBŞ’ê bi giranî birîndar bû -HAT NÛKIRIN
8 adar, 2024   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker di van saetan de li Şengalê êrişek pêk anî. Li gorî Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê yên Şengalê, balafira biçek û bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li gundê Sikêniyê yê girêdayî bajarokê Tilizêr ê Şengalê li nêzî nuqteya şervanên YBŞ’ê xistiye û di encamê de şervanekê YBŞ’ê bi giranî birîndar bûye.

Têkildarî êrişa balafira dewleta Tirk a dagirker heta niha ji aliyê Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.