Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan

Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyên cuda hatin şermezarkirin û peyama "Êriş israra me ya berxwedanê zêdetir dike" hat dayîn.

Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
Li dijî êrişan peyama berxwedanê dan
27 cotmeh, 2024   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Kedkaran a girêdayî TEV-DEMˈê, Meclisa Bajarê Girê Spî, Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan, Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Federasyona Gaziyên Şer a Kantona Firatê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku ev êriş dijbertiya dewleta Tirk a li hemberî gelên têkoşer ên ewle dijîn, nîşan dide. Bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û saziyên têkildar jî hat kirin ku li hemberî van êrişan erkên xwe bi cih bînin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin.

Di daxuyaniyan de îşaret bi wê yekê hate kirin ku dewleta Tirk aloziyên xwe yên navxweyî derdixe derve da ku raya giştî ya Tirkiye û ya derve bixapîne. Her wiha hate gotin, ev êrişên bê sedem binpêkirin in û li dijî peymanên navnetewî û qanûnên mafên mirovan in.

REQA

Xwendekarên Zanîngeha El Şerq a li Reqayê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kirin. Xwendekaran diyar kirin ku ew ê li hemberî van êrişan têkoşînê berdewam bikin û dane zanîn ku ev êriş karekî terorî ye, li dijî hiqûqa mafên mirovan e, di heman demê de aloziya mirovî mezintir dike.

MINBIC

 Di daxuyaniya Yekitiya Karker û Kedkaran a Kantona Minbicê de hate gotin, bêdengiya civaka navnetewî ya li hemberî êrişan dê rewşa mirovî û ya debarê aloztir bike. Bang li her kesî hat kirin ku hemberî van êrişan bikevin tevgerê û dawî lê bînin.

HELEB

Meclisa TEV-DEMˈê ya Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî li taxa Şêxmeqsûdê ji aliyê rêveberê TEV-DEMˈê Mirî Şiblî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk sûdê ji mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîl, Hemas û Hizbullahê digire û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk îdia dike ku herêm xetereyê li ser ewlehiya wê ya netewî çêdike û hate gotin, armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e.

ŞEHBA

 Tevgera Civaka Demokratîk û Yekitiya Esnafan ên kantona Efrîn-Şehbayê jî daxuyaniiyek hevbeş dan.

Hevserokê Yekitiya Esnafan Mihemed Weysî yê daxuyanî xwend, diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze ewlehiya herêmê û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de têk bibe.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erkên xwe bi cih bînin û li dijî van êrişan piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di daxuyaniyê de ev peyam hate dayîn "Em ê li hemberî van êrişan bisekinin û li dora rêveberiya xwe ya xweser kom bibin."

Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyî jî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Berdewama şerê qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ê li ser gelê me, berdewama zihniyeta wê ya faşîst e."

Di daxuyaniyê de ev êriş wekî sûcên şer hatin binavkirin û got ku bêdengiya li hemberî êrişê xaleke reş e li ser eniya hêzên navnetewî.

Di daxuyaniyê de peyama piştgiriyê ji bo Rêveberiya Xweser û QSDˈê hate dayîn.

(bb)

ANHA 

Girê sipî