Balafireke şer a Ukraynayê ket

Balafireke şer a Ukraynayê di dema mîsyona şer de ket û pîlotê wê jiyana xwe ji dest da. Rûsyayê jî ragihand ku hêzên wê di 24 saetên dawîn de 2 bajarokên nû yên Donetskê kontrol kirine û 13 dron îmha kirine.

Balafireke şer a Ukraynayê ket
23 tebax, 2025   15:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Hewayî yên Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafireke wê ya şer a bi tîpa MIG-29 duh bi şev dema mîsyona xwe pêk dianî, ket û di encamê de pîlotê wê jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pîlot Major Serhiy Bondar (di sala 1979’an de ji dayik bûye), şeva 23’yê Tebaxê piştî mîsyona xwe temam kir, balafira wî ket û wî jî jiyana xwe ji dest."

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku der barê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin, lê agahiyên zêdekirin nehatin dayîn.

RÛSYAYÊ 2 BAJAROKÊN DIN KONTROL KIRIN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku hêzên wê bajarokên Klepan-Bek û Srednie yên li Komara Gel a Donetskê kontrol kirine, li çeperên leşkerên Ukraynayê xistine û di 24 saetên dawîn de 13 dron îmha kirine.

(bb)