Bajarokê Qana yê Lubnanê hat bombebarankirin: 3 kes mirin

Di êrişên Îsraîlê li dijî bajarokê Qana yê Lubnanê de 3 kes mirin û 54 kes di nav de jin û zarok birîndar bûn.

Bajarokê Qana yê Lubnanê hat bombebarankirin: 3 kes mirin
16 cotmeh, 2024   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê li bajarokê Qana yê başûr de 3 kes mirin û 54 jî birîndar bûn.

Navenda Operasyonên Awarte ya Tenduristiya Giştî diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên duh li ser bajarokê Qana de 3 kes şehîd bûn û 54 kes di nav de zarok û jin birîndar bûn.

(fr)