Reuters: Hêzên Amerîkayê ji ′komkujiyekê′filitîn

Li gorî nûçeya Reuters′ê, hêzên Amerîkayê yên li baregeha hewayî ya li Hewlêrê ji ′komkujiyekê′ filitîn.

Reuters: Hêzên Amerîkayê ji ′komkujiyekê′filitîn
9 mijdar, 2023   21:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reuters, berpirsên Amerîkayê da zanîn ku ′′droneke bi çek ku komên çekdar avêtin baregeha hewayî ya li Hewêrê,  roja 26'ê Cotmeha borî beriya barbangê pergala parastinê yên Amerîkî derbas kirin û kete ava baregehên hêzên Amerîkayê. Dron saet derdora 05:00′an li gorî dema herêmê îmha bû.′′

Berpirsên ku nexwestin navên xwe aşkera bikin diyar kirin ku teqemeniya di balafirê de neteqiya û tenê serbazekî amerîkî bi sivikî birîndar bû û gotin: "Amerîka bi şans e ku ev bûyer wiha derbas bû, ji ber ku eger balafir teqiya ba dê komkujiyek rûdaba."

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) û herdu berpirsan destnîşan kirin ku di çend hefteyên borî de ev bûyer yek jê nêzî 40 bûyeran e ku bi balafirên bêmirov û mûşekan ji aliyê komên girêdayî Îranê yên li Iraq û Sûriyeyê ve li dijî hêzên Amerîkayê ve têne kirin. Her wiha gotin, ev êriş wek bersiva piştgiriya DYA′ yê ya ji Îsraîlê re di şerê li Xezayê de têne kirine.

Li gorî DYA′yê, di encama wan êrişan de hinek leşker bi sivikî birîndar bûne.

(mh)