Awistralyayê ji welatiyên xwe xwest ku neçin Sûriyeyê

Hikumeta Awistralyayê ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê. Hikumetê di heman demê de ji welatiyên xwe yên li Sûriyeyê jî xwest ku tavilê ji welêt derkevin.

Awistralyayê ji welatiyên xwe xwest ku neçin Sûriyeyê
26 cotmeh, 2025   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Awustralyayê hişyarî da welatiyên xwe ku neçin Sûriyeyê û  destnîşan kir ku hîn jî metirsiyeke mezin li ser ewlehiya sivîlan heye.

 Wezareta Karên Derve ya Awistralyayê  bi daxuyaniyekê got, rewşa ewlehiyê li Sûriyeyê hîna aram nebûye û li deverên cûda pevçûn didomin ku dibin sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek mezin a sivîlan.

 Wezaretê bang li hemû welatiyên xwe yên li Sûriyeyê kir ku li deverên ewle bimînin û di zûtirîn dem de ji wan derkevin. Wezaretê  destnîşan kir ku îhtîmal heye balafirgeh û deriyên sînor bêyî hişyariyek pêşwext jî werin girtin.

Wezaretê îşaret pê kir ku ji ber êriş û pevçûnên çekdarî dibe ku deriyên bejahî yên bi Lubnanê re jî werin girtin, wezaretê ji kesên ku dixwazin di Lubnanê re derbas bibin xwest ku bi desthilatên têkildar ên welatên derdorê re hemahengiya pêşwext bikin.

(bb)