Li Siwêdayê firneyên giştî ji xizmetê derketin

Firneyên giştî yên parêzgeha Siwêdayê ji ber nebûna ard ji ximzetê derketin. Hewldan tê kirin ku ard ji aliyê saziyên mirovî û alîkariyên welatiyan ve têne dayîn, derbasî parêzgehê bibe.

Li Siwêdayê firneyên giştî ji xizmetê derketin
26 cotmeh, 2025   09:45
SIWÊDA

Çavkaniyên herêmî û berpirsyarên firneyên giştî yên bajarê Siwêda û gundewarên wê ji ajansa me re diyar kirin ku ji ber nebûna ard hemû firneyên giştî rawestiyane. Berpirsên firneyan dibêjin ew li benda beşek nû ya ard in ku derbasî parêzgehê bibe.

Berpirsekî firneyên Siwêdayê aşkere kir ku parêzgeha Siwêdayê ji meha tîrmehê ve li ser ardê ji aliyê Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) vê tê şandin û miqdarek kêm ji alîkariyên welatiyan ve tê dabînkirin. Ev ard di navbera 400- 500 ton di hefteyê de ye. Di vê rewşê de rojane pêwistiya Siwêda ya rojane bi 120 ton ard heye.

Bi rawestandina firneyan re aloziya nan li parêzgeha Siwêdyêa zêdetir dibe. Xelkên Siwêdayê li bendê ne beşek nû ya ard derbas bibe. Ev di demekê de hîn dorpêça hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser Siwdayê didome.

(dc)

ANHA