Av ji 96 gundên Tebqayê re hat peydakirin

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker stasyona sereke ya avê wêran kir, Yekîneya Avê ya Cirniyeyê wek tedbîreke lezgîn ava vexwarinê li 96 gundan dabîn kir. Yekîneyê bang li aliyên têkildar kir ku beriya ku karesateke mirovî rû bide, demildest destwerdanê bikin.

6 sibat, 2025   16:09
TEBQA

Balafirên şer ên dewleta Tirk di 3 û 4’ê Çileyê de santrala elektrîkê ya bajarê El Cirniye yê kantona Tebqayê bombebaran kiribû. Di encamê de 2 pompeyên avê yên stasyona avê ya El Tinêra ku ava vexwarinê didin pompeyên bajarê El Cirniye û gundewarên wê, ji xizmetê derketin. Ev jî bû sedem ku av li 96 gundan qut bibe.

Yekîneya Avê ya El Cirniyeyê, ji bo dabînkirina avê wekî tedîbreke lezgîn pompên ji ber êrişê zerar dîtine, bi yên nû guhertin û kehrebe da pompên li Bendava Firatê û bi vê yekê av da gundan.

Hevserokê Yekîneya Avê ya El Cirniye Ehmed El Cemal der barê mijarê de ev agahî dan: "Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker du caran li pey hev santrala elektrîkê ya bajarê El Cirniye bombebaran kir. Di encamê de kehrebe li ser stasyonên avê qut bû û av li ser herêmê El Cirniye jî qut bû. Bombebaran her wiha bû sedema şewitandina du pompên avê yên stasyona El Tinêra ya li ser çemê Firatê. Weke çareseriyeke awarte me bi Yekîneya Elektrîkê ya El Cirniye re koordîne kir ku xeteke elektrîkê ji Bendava Firatê bînin û elektrîk bi pompeya El Cirniyeyê ve hat girêdan, lê ji ber gelek gund li ser xeteke ceyranê av lawaz e. Niha her du saetan av tê dayîn."

Li gorî Desteya Enerjiyê ya Tebqayê, zirarên li santrala elektrîkê ya bajarê El Cirniyê bûne bi qasî milyonek û nîv dolar e.

El Cemal got: "Wek tedbîreke lezgîn me 2 pomp danîn. Her du pomp 400 metrekab avê didin."

Hevserokê Yekîneya Avê ya El Cirniya hişyarî da ku di havînê de rewşa ava vexwarinê aloz bibe û bang li hêzên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin û li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker bigirin.

(bb)

ANHA