Artêşa Tirk nuqteyên pêşmergeyan hedef girtin

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên pêşmergeyan ên li parêzgeha Dihokê ya Başûrê Kurdistanê hedef girtin, di encamê de birîndar çêbûn.

Artêşa Tirk nuqteyên pêşmergeyan hedef girtin
9 tîrmeh, 2024   19:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker nuqteyên pêşmergeyan ên li herêma Serkala ya li nêzî çiyayê Metîna yê girêdayî parêzgeha Dihokê ya li Başûrê Kurdistanê hedef girtin.

Ajansa Rojnewsˊê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan diyar kir ku di encama êrişên dewleta Tirk de hin pêşmerge birîndar bûn, lê heta niha agahiyên li ser ziyanên canî bi dest neketine.

Heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji hêla hikumeta Iraqê yan jî desthilata Başûrê Kurdistanê ve der barê van êrişên Tirkiyeyê û bandorên wan nehtine dayîn.

(fr)