Artêşa Tirk Çiyayê Metîna topbaran kir

Endamê Rêxistina CPT ya Amerîkî Kameran Osman ragihand ku artêşa Tirk piştî 6 rojan ji rawestandina êrişan, îro dîsa Çiyayê Metîna topbaran kir.

Artêşa Tirk Çiyayê Metîna topbaran kir
18 tîrmeh, 2025   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk îro di saet 19:20’an de  artêşa Tirk du caran Geliyê Mêwîn yê rêzeçiyayên Metîna yê ser bi navçeya Amêdiya girêdayî parêzgeha Duhokê topbaran kir.

Piştî pêngava dîrokî ya merasîma şewitandina çekan ji aliyê gerîlayan ve, artêşa Tirk 11 caran xaka Herêma Kurdistanê topbaran kiriye. Her wisa da zanîn ku hemû êriş jî li ser deverên girêdayî navçeya Amêdiyê pêk hatine.