Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene

Di çarçoveya pevçûnên giran ên li rojavayê bajarê Siwêdayê de, artêşa Îsraîlê ragihand ku wan tankên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hedef girtin.

Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene
14 tîrmeh, 2025   17:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Radyoya Îsraîlê ragihand ku balafirên şer ên artêşa Îsraîlê gelek tankên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li herême gundê Semîh ê bajarê Siwêdayê bombebaran kirin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee diyar kir ku ev êriş wekî bersiva gefên ku ji wê herêmê derketine bûn.

 Hemwextî wê, pevçûn li rojavayê Siwêdayê, li herêmên Kenakir, Tehle û Mezrea girantir bûne. Komên xwecihî jî êrişên li dijî malên sivîlan têk dibin.

Li gorî çavkaniyan, koçbera ji Dêrazorê Îde Eswed El Xerb di pevçûnan de hat kuştin.

Her wiha, hat diyarkirin ku 187 rewşên birîndarbûnê gihîştine nexweşxaneya nîştîmanî, hemwextî wê jî zexta li ser tîmên bijîşkî giran bûye.

Der barê bombebarana Îsraîlê û rewşa li Siwêdayê de, tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.

(mh)