Artêşa Îsraîlê amadekariyên destwerdana leşkerî ya li Lubnanê dike

Îsraîlê bi armanca lawazkirina Hizbullahê û rêgirtina li pêşiya pêşketina kapasîteya wê, amadekariya destwerdana leşkerî ya Lubnanê dike.

 Artêşa Îsraîlê amadekariyên destwerdana leşkerî ya li Lubnanê dike
6 mijdar, 2025   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Îsraîlê ragihand ku artêşa Îsraîlê amadekariyên destwerdaneke leşkerî li Lubnanê dike. Hate gotin, armanca Îsraîlê ew e ku Hizbullahê lawaz bike û şiyanên wê sînordar bike.

Îsraîlê ev destwerdan wek “beşeke hewldanên Tel Avîvê yên ji bo hikumeta Lubnanê teşwîq bikin ku peymaneke aram bi Îsraîlê re îmze bike” nirxand.

Li gorî Kanal 12 a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre rayedaran, armanca stratejîk a vê gavê ew e ku pêşî li şiyan û hêza Hizbullahê bigire. Rayedaran diyar kir ku Tel Avîv dê rê nede hewldanên ji bo ji nû ve pêşxistina şiyanên leşkerî yên Hizbullahê.

Heman kanalê ragihand ku plana leşkerî ji seferberkirina yekîneyan û amadekariyên ji bo operasyonên potansiyel ên bejahî û hewayî pêk tê, heke hikumeta Îsraîlê biryarê bide ku vebijêrkeke astengkirina meydanî bişopîne da ku rêgezên şerê li ser sînor biguherîne. Heta niha artêşa Îsraîlê der barê dema operasyonê û çarçoveya wê de tu daxuyanî nedane.

Hizbullahê jî da zanîn “Her hewldaneke ji bo ferzkirina bêçekkirina berxwedanê şertek e ku di peymana agirbestê de tune ye û nayê qebûlkirin." Her wiha mafê wê yê berxwedan û parastina rewa ya Lubnanê heye û divê serweriya neteweyî were parastin.

(bb)