"Armanca me azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Sûriyeya demokratîk e"
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Hesekê û Dirbêsiyê de axaftin hatin kirin û hate diyar kirin ku armanca wan azadiya Rêberê Abdullah Ocalan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk û piralî ye.
Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermenî yên li bajarên Hesekê, Til Birak, Holê, Şedadê, Dirbêsiyê, Til Temir, Zergan, Girkê Legê, Çilaxa, Rmelan û Tebqayê agirê newrozê pêxistin.
HESEKÊ
Li bajarê Hesekê bi deh hezaran Kurd, Ereb, Suryanî û Asûrî û Ermeniyên ji Hesekê, Tel Birak, Holê û Şedadê ji bo pîrozkirina Newroza 2025’an li qada Newrozê ya li bendava Rojava kom bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî û Newroz li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha li şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyên şer pîroz kir.
Foza Yûsiv destnîşan kir ku Newroza îsal xwedî taybetmendiyeke cuda ye û destnîşan kir ku berxwedana gel dagirkeriya Tirkiyeyê neçar kir ku teslîm bibe lewma niha Rêberê Abdullah Ocalan siberoja aştiyê li Rojhilata Navîn xêz dike.
Foza Yûsif destnîşan kir ku Newroza 2025’an hin armancên sereke bi xwe re tîne, di serî de azadiya fîîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan ji sistema îşkence û qirkirinê, her wiha xebata ji bo misogerkirina beşdariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di desthilata nû ya Sûriyeyê de, da ku Sûryeyeke demokratîk were avakirin.
Her wiha bal kişand ser girîngiya vegera koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bo bajarên xwe û destnîşan kir ku ji bo van armancan em ê bi berdewamî têbikoşin û got, "Ji vir û pê ve em soz didin gelê xwe ku heta ku daxwazên wan ên azadî û rûmetê pêk werin, emê têbikoşin."
Li ser navê civaka Ereb, endamê Komela El Sada El Eşrf Şêx Fehd El Şêx Îbrahîm axivî û bi vê minasebetê pîrozbahî li hemû gelên azadîxwaz kir û destnîşan kir ku Newroz ji bo hemû cîhanê peyamek e û rastiya wê ya dîrokî û nirxên têkoşînê nîşan dide.
DIRBÊSIYÊ
Li qada Newrozê ya gundê Çolbistanê a gundewarên bajarê Dirbêsiyê bi deh hezaran şêniyên bajarên Dirbêsiyê, Til Temir û Zerganê kom bûn û Newroza 2025’an pîroz kirin.
Piştî ku malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin, ji rêveberê Tevgera Civaka Demokratîk Cahid Hesen axaftinek kir û pîrozbahî li gelê Kurd û şervanên li eniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Hesen da zanîn ku hinek hewl didin bangawaziya Rêber Abdullah Ocalan berevajî bikin û weke teslîmiyetekê nîşan bidin, lê di rastiya xwe de ew banga aştiyê, avakirina civaka demokratîk e û rê li ber siyaseta demokratîk û mafên gelan vedikin.
Rêvebera Kongra Star Natwî Xemgîn destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û zîhniyeta tundrew li dijî hemû gelên Sûriyeyê, ji Elewiyan bigire heta Kurdan û Durziyan, komkujiyan pêk tine . Her wiha da zanîn ku Sûriyeyê di dîroka xwe de yek bû lê desthilatan xwestin parçe bikin.
Girkê Legê
Li bajarê Girkê Legê jî bi pêxistina agirê Newrozê li gundê Halikê pîrozbahî destpêk kir.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemrîn Elî axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, li berxwedêrên bendava Tişrînê û hemû gelan pîroz kir.
Her wiha got: “Tişta ku Newroza îsal ji salên borî cuda dike ev e ku em bi ruhê peyama Rêber Abdullah Ocalan ku ji bo me bangeke pîroz e, pîroz dikin."
Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Talat Yûnis jî cejna Newrozê li beşdara û hemû gelan pîroz kir û got: “Newroza îsal destpêka pêkanîna civaka demokratîk e û Newroza yekîtiyê ye. "
Yûnis di dawiya axaftina xwe de got, "Em nêzî bidestxistina azadiya xwe ne. Ji ber vê yekê divê em hêza xwe ya têkoşînê mezin bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê em ê ranewestin."
Li bajarê Tebqayê jî bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê û koçberên Efrîn û Şehbayê ji bo beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin ber bi Stadyûma Werzîşê ya El Itihad a navenda bajarê Tebqayê ve herikîn.
Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Şêx Hemed El Ferec axivî û wiha got: “Newroz li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin û di nava destkeftiyan tê pîrozkirin. "
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tebqayê Mehmûd El Sayil axivî û diyar kir ku divê Newroz bibe destpêkek nû ku xêr û azadiyê bi xwe re bîne. her wiha şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş got ku Newroz peyama berxwedan jiyan e ye û agirê azadiyê ku Kawa vêxistî heta pêkanîna edaletê û têkbirina zilmê wê geş bimîne.
(k)