Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an

Di axaftinên ku li qadên Newroza 2025’an hatin kirin de hate destnîşankirin ku Newroza îsal ji bo xurtkirina çareseriya pirsgirêka Kurd û doza gelên Kurdistanê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
Çareserî û azadî... peyamên Newroza 2025an
21 adar, 2025   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşmeya “Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsogeriya civaka demokratîk e” bi deh hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê ku Kurd, Ereb, Suryan, Ermenî û Tirkmen, li 11 navendan li hev kom bûn û di nava coş û hevgirtina gel de Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyan de li ser girîngiya Newroza îsal ku cara yekem e piştî rûxandina rejîma Baas tê pîrozkirin, axaftin hatin kirin û banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan hate bibîrxistin.

AMÛDÊ

AGIRÊ BERXWEDAN Û SERKEFTINÊ

Pîrozbahiya li bajarê Amûdê yê girêdayî kantona Cizîrê, bi pêxistina agirê Newrozê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve û deqeyek rêzgirtinê, li gundê Cagir Bazara destpê kir.

Piştre hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Xerîb Hiso axivî û Newroz li beşdaran pîroz kir û got, "Em îro Newrozê bi rengekî nû ku azadî, îradeya azad û çareseriyê nîşan dide, pîroz dikin. agirê Newrozê li seranserê Sûriyeyê agirê newrozê hate dadan, ev  yek vîna mirovî ya ku naşike nîşan da. "

Xerîb Hesen destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan bangeke cîhanî ye û bûye sembola vîn û çareseriyê. Gel vê bangê weke rêya aştî û yekitiya hemû pêkhateyan dibîne. Ji ber vê yekê agirê Newrozê li her derê Kurdistan û Ewropayê belav bû û wek sembola azadiya fîzîkî ya rêber hate pîrozkirin.

Heso destnîşan kir ku Newroza îsal Newroza Rêber Abdullah Ocalan e, her kes li benda axaftina wî ya rasterast e. her wiha got, "Bi yekîtî û berxwedana xwe ya mezin em ber bi pêş ve biçin. Em hêvîdar in ku Newroza 2025'an bibe egera lidarxistina Kongreyeke ku hemû pêkhateyan li hev kom bike ku bibe nîşana serkeftina me. "

TIRBESPIYÊ

NEWROZA ÎSAL MIZGÎNIYA AZADÎ Û SERKEFTINÊ BI XWE RE TÎNE.

Li Tirbespiyê pîrozbahî li herêma Drejîkê ya 2 km dikeve bakurê Tirbespiyê bi beşdariyeke mezin a hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryaniyan bi vêxistina agirê Newrozê destpê kir. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif di şahiyê de axivî û cejna Newrozê li gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir.

Perwîn Yûsif bal kişand ser wê yekê ku Newroza îsal mizgîniya azadî û serketinê bi xwe re tîne û her wiha derfeta çareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî yên herêmê jî bi xwe re tîne.

Perwîn Yûsif jî wiha got: "Em Newroza îsal di rewşeke wiha de pîroz dikin ku Rêber Abdullah Ocalan projeya xwe ya ji bo aştî û azadiya Rojhilata Navîn pêşkêş dike. "

DÊRIK

NEWROZA ÎSAL QONAXEKE NÛ YA DEMOKRASIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN VEDIKE

Li bajarê Dêrikê pîrozbahiya li qada Şehîd Çîçek bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir, piştre endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl axaftinek kir û wiha got: "Newroza îsal qonaxeke nû ya demokrasiyê li Rojhilata Navîn vedike. Em îsal bi hemû pêkhateyan re pîroz dikin, ji ber ku Newroz serkeftina me hemûyan e, di serî de azadiya jinan. Piştî  rûxandina rejîma Bass`ê rewş li Sûryeyê hatine guhertin. Niha Gelê Sûryeyê ji pêvjoyeke nû re amade ye, ku divê gel li ser bingehên demokrasî, biratiya gelan û jiyana hevbeş bigihêjin azadiya xwe. "

Her wiha got, "Jib o vê qonaxê divê Sûriyeke dadmend ji bo hemû gelan were avakirin, bi rêya xurtkirina projeya neteweya demokratîk a bi pêşengiya gelê Kurd û bi hevkariya pêkhateyên din ên Ereb, Suryan û yên din. "

Di dawiya axaftina xwe de Xelîl got, "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê em têkoşînê mezin bikin, ji ber ku fikir û felsefeya wî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn azadî û aştiyê bi xwe re tîne. Ji bo her kesî nexşeya dadmendiyê xêz dike. "

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya Yûsif got: "Di dirêjahiya dîrokê de jin bûne qurbaniyên şer û rejîmên otorîter, lê îro ji cîhanê re îsbat dikin ku ew hêza avakirina aştiya rasteqîn e, ew jî bi ramana Rêberê mezin Abdullah Ocalan pêk hat. "

REQA

CEJNA HEZKIRIN, AZADÎ Û AŞTIYÊ

Şêniyên kantona Reqayê li qada stadyuma şaredariyê ya li navenda bajarê Reqayê bi tevlîbûna hemû pêkhateyan şahiyek li dar xistin.

Di pîrozbahiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Mişili b El Turkan axaftinek kir û wiha got: "Newroza îsal ji salên borî cudatir e, ji ber ku bi rûxandina rejîma Beşar Esed re bêhiqûqî û zilm ji holê rabû. Her wiha bal kişand ser girîngiya peyama Rêber Abdullah Ocalan ku tê de daxwaza aştiya Rojhilata Navîn dike û banga xwedîderketina li pirensîp û sembolên vê cejnê kir.

Mişlob El Turkan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Di cejna Newrozê de, cejna hezkirin, azadî û aştiyê de Rêveberiya Xweser a Reqayê soz dide ku tevahiya salê bike Newroza li dijî dagirkeriyê û her bihostek axa dagirkirî rizgar bike. Em biratiya gelan a bi ruhê jiyana azad silav dikin. "

Berdevka Meclîsa Kombûna Jinê ya Zenûbyiya Xod El Îsa pîrozbahî li Rêber Abdullah Ocalan û dayikên şehîdan kir û diyar kir ku di vê roja pîroz de hemû şehîd têne bi bîr anîn.

Her wiha têkoşîn û fedekariya jinên Kurd ên ji bo azadiyê silav kir û bal kişand ser rola wan a bingehîn di avakirina civakek dadmend û demokratîk de.

HELEB

NEWROZ CEJNA AZADÎ, AŞTÎ Û ARAMIYÊ YE

Girseyeke mezin a şêniyên Helebê û koçberên Efrînê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl bi cil û berên xwe yên gelêrî, li qada Newrozê ya li herêma El Şeqîf li bakurê taxa Şêx Meqsûd a Helebê kom bûn.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan, wêneyên şehîdan û al û sembolên Kurdî hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre malbatên şehîdan agirê Newrozê pêxistin.

Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman axivî û destnîşan kir ku agirê Newrozê bi saya mîrateya şehîdan wê geş bimîne û got, "Ev cejn serhildana gel a li dijî rejîmên otorîte îfade dike. "

Hêvîn işaret bi banga aştî û demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên cîhanê kir û got, "Ev peyam îsbat dike ku Rêber Abdullah Ocalan bi îdeolojiya xwe ya ku banga demokrasî û aştiyê dike, pirsgirêkan çareser dike. "

Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Sûriyeya Siberojê Ibrahîm Faûr tekez kir ku Newroz cejna azadî, aştî û aramiyê ye.

Li ser navê Kurdên Hemayê Rafii Derwîş Newroza hemû gelê Sûriyeyê pîroz kir û got, "Em hêvîdar in ku ewlekarî û aramî li herêma me serwer bibe, rijandina xwînê raweste, em bi hezkirin bi hev re bijîn. "

Di peyama hêzên leşkerî de hate destnîşankirin ku agirê Newrozê wê bi saya têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan û rêhevalên wî, geş bimîne.

QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina yekemîn cejna Newrozê ya piştî rûxandina rejîma Baasê, berê xwe dane qada pîrozbaiyê ya li bajarokê Hîmo.

Pîrozbahî bi pêxistina agirê Newrozê dest pê kir piştre endama Komîteya Amadekar a Newrozê ya Qamişlo Taz Paşa axaftinek kir û cejna Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, berxwedêrên li bendava Tişrînê û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û bangawaziya dîrokî ya êber Abdullah Ocalan bi bîr xist.

Rêvebera Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cewahir Osman axivî û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin banga Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku ew ê bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan  bidomînin.

Hunermend Semîh Şiqeêr  jî di şahiyê de axivî û got, "Em hatine ku bêjin rê û çarenûsa me yeke, ji  bo avakirina Sûriyeyeke nû de, Sûriyeyeke bê mêtîngerî, Sûriyeyeke li ser rêya demokrasî û azadiyê. Werin em bi hev re stranan bistirên û muzîkê bikin rêya hezkirinê, ey Kurdên bedew, zarokên rojê. Em ji we hez dikin. "

Piştre koma hunermend Semîh Şûqeîr sirûda "Eger tu bijî azad bijî" pêşkêş kir.

KOBANÊ

Şêniyên kantona Firatê, bi coşeke mezin newroz pîroz kir. Piştî pêxistina agirê Newrozê cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Xlîl axivî û Newroza 2025’an li Rêber Abdullah Ocalan û şervanên li çeperên şer pîroz kir.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hac Îsa got, "Em çiqas hêvî dikin ku îsal Rêberê me Abdullah Ocalan di nava me de be. Azadiya gelên demokratîk bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye. Li ser navê we hemûyan em silavên xwe ji Girtîgeha Îmraliyê re dişînin. "

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer jî wiha got: "Em Newroza îsal bi ruhê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin, em hemû şehîdan pîroz dikin. Her wiha em bi ruhê berxwedanê yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li bendava Tişrîn  pîroz dikin. "

Endama Kordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Mecîde Hesen jî got: “Tişta ku vê Newrozê ji salên berê cuda dike, peyama Rêber Apo ye ku banga aştî û demokrasiyê li cîhanê û Rojhilata Navîn dike. Heta ku em bi destê wî agirê Newroza bê vêxistin em ê berxwedana xwe mezintir bikin. "

(k)