Arîşeya li Siwêdayê û zextên li ser Netanyahu rojeva rojnameyan bûn

Li Siwêdayê dîsa pevçûn derket ku lawaziya agirbestê nîşan dide. Li Îsraîlê jî zextên piştî weşandina dîmenên girtiyên Îsraîlî zextên li ser hikûmeta Netanyahu zêde dibin.

Arîşeya li Siwêdayê û zextên li ser Netanyahu rojeva rojnameyan bûn
5 tebax, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro di mijarên xwe de behsa aloziya li Siwêdayê û girtiyên Îsraîlê kir.

AGIRÊ LI SIWÊDAYÊ... BIRYARA RAGEŞIYÊ BIRYARA ÎSRAÎLÊ YE?

Rojnameya El Nehar li ser ji nû ve destpêkirina pevçûnan li Siwêdayê piştî demek aramiyê nivîsî. Rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre şîrovekaran diyar ku ev rageşî di serî de biryarek Îsraîlê ye, ji ber ku hikûmeta Sûriyeyê piştî pevçûnên Siwêdayê di bin zextek mezin a siyasî û dîplomatîk a navneteweyî de ye. Durziyên li parêzgehê jî ji êş û azarên aborî û tenduristiyê yên dijwar dikişînin, lê tirs heye ku Îsraîl destwerdanê bike û alozî dîsa gur bibe.

Rojnameyê destnîşan kir ku "aramî û bêdengiyeke bi tirs heye,  şer êdî ne tenê li Til El Hedîd diqewime, lê pevçûnên berdewam ên demkî rû didin, ji ber binpêkirinên agirbestê. Lê belê rewş bi temamî ne teqiyaye, ew jî ji ber zexta navneteweyî, yan ji ber tekçûna  danûstandinên Îsraîl-Sûriyê li ser herêma başûr."

BER BI JI NÛ VE AVAKIRINA SISTEMA EREBÎ

Rojnameya El Xelîc rewşa têkçûyî ya sistema Erebî di hêla aborî û siyasî de, berawerdî serkeftina ezmûna Ewropî kir, û pirsî: "Cudahiya di navbera sistema Erebî û ya Yekîtiya Ewropî de çi ye?" Bersiva hêsan, ev e ku ya Ewropî bûye hêmaneke serbixwe ku berjewendiyên hemû Ewropiyan temsîl dike û ne ketiye bin bayê siyasetmedaran. Hevgirtina aborî di navbera welatên Ewropî de bingeh û mifteya yekîtiyê ye.

Lê rewşa sistema Erebî ji ber krîzên siyasî û aborî yên ku bandorê li welatên Erebî dikin gihîştiye rewşek felcbûnê.

ZEXTÊN LI SER NETANYAHU: GELO DÎMENÊN GIRTIYAN DÊ DERIYÊ PEYMANEK DANÛSTANDINÊ VEKE?

Rojnameya El Eyn El Exbariyê behsa mijara girtiyên Îsraîlî yên li Xezayê û zextên zêde yên li ser hikûmeta Benjamin Netanyahu kir.

Rojnameyê destnîşan kir ku "piştî weşandina vîdyoyên girtiyên Îsraîlî yên li Xezayê, ku tenduristiya wan ji ber birçîbûnê xirab dibe nîşan dide, zext li ser hikûmeta Netanyahu zêde dibin. Ev yek bû sedema hêrsa raya giştî, her wiha xwepêşandan hatin lidarxistin û xwestin ku girtî bên berdan û şer were rawestandin. "

(k)