Analîzkerên Îsraîlê hişyarî ji hedefgirtina Xamineyî da

Analîzkerên leşkerî yên Îsraîlê metirsiyên ku dê di encama hedefgirtina Elî Xamineyî de derkevin, aşkere kirin. Analîzkeran got ku ev yek dikare şerekî herêmî yê ku nayê kontrolkirin, bide destpêkirin û got: "Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û bi armanca têkbirina bernameya atomî hîn armanca xwe ya sereke pêk neaniye."

Analîzkerên Îsraîlê hişyarî ji hedefgirtina Xamineyî da
16 hezîran, 2025   18:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Analîzkerên leşkerî yên Îsraîlê destnîşan kir ku heta niha Îsraîlê tu zirar negihandiye bernameya atomî ya Îranê, ew jî armanca sereke ya şer e. Analîzkeran diyar kir ku armanca duyemîn jî hedefgirtina moşekên palîstî yên Îranê ye û hişyarî ji hedefgirtina murşidê Îranê Elî Xamineyî da.

Analîzkerê leşkerî Amûs Herîl di rojnameya Haartz de wiha gotibû: "Destkeftî hîn bisînor in. Der barê hedefgirtina embargehên uranyuma pêşxistî û navendên amûran de tu agahî tune ne. Xuya ye Îsraîl dikare pêşî li pêşketina bernameya atomî bigire, lê belê ji bo hilweşandina wê ew ê gelek zehmetiyan bibîne."

Herîl wiha domand: "Bingehên avêtina moşekan hatin hedefgirtin û hejmara moşekan jî hat kêmkirin. Tevî ku tê gotin ku hejmara moşekên Îranê kêm bûye, lê ka em ê binêrin di çend rojên bê de Îran ê çiqasî moşekan bi kar bîne. Lê belê her moşekek ku dikare sîstemên dijî moşekan derbas bike, dikare zirarekî mezin bide."

Herîl diyar kir ku serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Netanyahu hewl dide Amerîkayê jî bixe nava vî şerî ji ber ku ew bi tena xwe nikare kargehên atomî hedef bigire û wan birûxîne.

Herîl da zanîn ku duh pêşniyar hat kirin ku Amerîka çekên taybet ên ku li ba Îsraîlê tu ne, bide Îsraîlê û got: "Bawer im mebest bombeyên giran e. Giraniya her yekê ji wan nêzî 14 ton e û dikare bigihîje bin erdê."

Herîl wiha zêde kir: "Îsraîl xwe ji bo senaryoyên xerabtir amade dike. Artêşa Îsraîlê hejmara hêzên xwe yên li Xezayê kêm kir û hêzên xwe ber bi sînorê rojhilat ve birin da ku senaryoya 7'ê Cotmeha 2023'yan a êrişa milîsên Şîî dubare nebe."

Analîzkerê leşkerî Yoav Lîmor ji rojnameya Israel Hayom re gotibû: "Li ba Îsraîlê planeke birêkûpêk heye. Ew hêvî dike Îran êrişekê li dijî armancên Amerîkî pêk bîne da ku Amerîkayê jî tev li şer bike, lê belê ev ne teqez e."

Lîmor hişayrî ji hedefgirtina Xamineyî da û got: "Gaveke wekî vê gavê dikare hêzên radîkal ên Îranê xurt bike. Lê belê her ku şer dirêj bike, egera avêtina vê gavê mezintir dibe, bi taybetî eger Îsraîl nikaribe êrişên xwe yên li Îranê kûrtir bike û eniya xwe ya hundirîn biparêze."

Lîmor diyar kir ku domandina şer ê destkeftiyan winda bike û metirsiyan zêde bike û got: "Ji ber wê jî dê baş de ku Îsraîl ji niha de rewşên bidawîkirina şer amade bike û mercên peymanên piştî qonaxa bidawîkirina şer, diyar bike."

(mh)