Di merasîma şehîd Rûmet Bêrîtan de girêdana bi şerê gelê şoreşgerî ve hat dubarekirin

Şêniyên bajarê Til Temirê di merasîna xiyabî ya gerîlaya HPG'ê Rûmet Bêrîtan de destnîşan kir ku ew hêza xwe ji fedakariya şehîdan digirin û girêdana xwe bi şerê gelê şoreşgerî û xurtkirina yekitiya pêkhateyên herêmê ve, dubare kir.

16 hezîran, 2025   18:35
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê merasîma xiyabî ya gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Rûmet Bêrîtan (Rîma Elî El Ehmed) li dar xist. Şehîd Rûmet di 10'ê Tîrmeha 2024'an de li çiyayên Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di dema têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Merasîm li pêşiya mala malbata şehîd Rûmet a navenda bajêr hat lidarxistin û tê de şênî, nûnerên saziyên civaka sivîl, Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr Mihemee Eliyat hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û li ser fedakariya şehîdan û rola wê di pêkanîna jiyaneke aram de, axivî.

Endamê Têkiliyên Leşkerî yên bajarê Hesekê Dêrsim Hesekê jî hêz û îradeya gel a ku ji lehengiya şehîdan digirin silav kir û girîngî bi girêdana bi şerê gelê şoreşgerî û xurtkirina yekbûna gelan ve, da.

Birayê şehîd Rûmet, Cîhad El Ehmed jî got: "Rûmet Bêrîtanê kulîlka temenê xwe fedayî gelê xwe kir. Di fedakarî û têkoşînê de ew nimûne bû. Wê yekbûna xwîna Kurd, Ereb û Suryanan a li ser vê xakê nîşan da."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîdê hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

(mh)

ANHA