Amerîka û Brîtanyayê baregehên Hûsiyan bombebaran kir

Hêzên Amerîka û Brîtanyayê baregehên Hûsiyan ên li Yemenê bombebaran kirin.

Amerîka û Brîtanyayê baregehên Hûsiyan bombebaran kir
23 ÇILE, 2024   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutersê di daxuyaniyeke hevbeş a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Brîtanya û Behreynê de hate gotin: "Depoyeke Hûsiyan a di bin erdê de, nuqteyên din ên moşekan û çavdêriya hewayî ya Hûsiyan hatin hedefgirtin.”

Dezgehên çapemeniyê yên koma Ensarullah (Hûsî) ragihand ku Amerîka û Brîtanya paytexta Yemenê Senayê û gelek parêzgehên din bombebaran kirine.

Tora El Hura ya Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke leşkerî ya amerîkî, diyar kir ku di êrişan de dikên avêtina moşekan, dron, depoyên çek û cebilxane li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de hatine hedefgirtin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku balafirên şer ên Amerîkayê 3 caran baregeha Nehdeyn, 2 caran baregeha Deylemî ya li paytextê û baregeha Xeşim El Bekra ya başûrê Senayê û baregehên Hûsiyan ên li herêma Hoban a parêzgeha Taz a li başûrê rojavayê Yemenê bombebaran kirine.

(şx)