Çalakiya greva birçîbûnê ket di roja 58’an de

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ dane destpêkirin 58 rojin bi biryardarî berdewame.

Çalakiya greva birçîbûnê ket di roja 58’an de
23 ÇILE, 2024   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên ji doz PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. 

Çalakiya greva birçîbûnê, 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ de hate destpêkirin û dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Malbatên girtiyan jî bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê bi heman armancê Nobedên Edaletê hatin destpêkirin.