Aloziyên li Rojhilata Navîn û hevrikiya Rûsya û Amerîka li Lîbyayê rojeva rojnameyên erebî bûn

Rojnameyên erebî vê sibê cih dan aloziyên li Rojhilata Navîn, hevirkiya Amerîka û Rûsya li ser Lîbyayê û danûstandinên agirbestê li Xezayê.

Aloziyên li Rojhilata Navîn û hevrikiya Rûsya û Amerîka li Lîbyayê rojeva rojnameyên erebî bûn
24 gulan, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziyên li Rojhilata Navîn nûçeyek bi sernavê "Şerên jibîrbûyî li Rojhilata Navîn li ser herêmê gef in" weşand. Rojnameyê wek mînak şerê li Xezayê, aloziya li Sûriye, Lîbya, Lubnan, Sudan, Iraq û Yemenê bibîr xist.

Rojnameyê cih da rapora lêkolîner û profesor Christopher Phillips ku "Peymangeha Kiraliyetê ya Kar û Barên Navneteweyî ya Brîtanyayê Chatham House" weşandiye. Bi nêrîna Philips mîna ku nûçeyê parve kiriye, paguhkirina van aloziyan dê bibe sedema tundiyeke mezintir û nearamiyê xurttir bike.

Rojnameyê ku nûçeya xwe li ser rapora Phillips amade kiriye, destnîşan kir ku li gorî Phillips ji ber êrişa li ser balyozxaneya Îranê li Şamê, Îran hemwextî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bi balafirên bêmirov êriş Îsraîlê kir. Li kêleka wê şerên jibîrbûyî hene wek li Sûdanê, li Lîbya, Yemen û Iraqê û heta li Lubnanê ku di encama dehfên hundirîn de, lawazbûna saziyên dewletê, desthilata nebaş rû didin. Ev jî sedema çima Rojhilata Navîn ji herêmên herî zêde aloz e, şîrove dike.  

Philips destnîşan kir ku destê hin hêzên rojavayî di van aloziyan de hene û ji civata navneteweyî daxwaz kir ku ji van şerên jibîrbûyî baldar be.

NAKOKIYA RÛSYA Û AMERÎKA LI SER ABORIYA LÎBYAYÊ GÛRTIR DIBE

Rojnameya El Erebî El Cedîd balkişand ser hevrikiya di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li ser aboriya Lîbyayê.

Rojnameyê di nûçeya xwe de da zanîn ku her du alî, aloziya xwecih, nakokiya di navbera aliyên Lîbyayê de, hevalbendiyên leşkerî yên bi dewletên mezin re bi kar tînin, mîna Rûsyayê ku hebûna xwe ya leşkerî li herêmê xurttir kir û dest bi avakirina feyleqeke leşkerî ya afrîkî li gelek dewletên afrîkî kir. Di nav de Lîbya heye. Amerîka û Ewropa jî, hebûna xwe li rojhilatê Lîbyayê xurttir dikin.

Rojnameyê da zanîn ku Rûsya vê dawiyê, gelek rêveberên desthilata li Terablusê vexwendiye ku serdana Mokovê bikin û têkiliyên dualî nîqaş bikin. Li rojhilatê Lîbyayê jî, berpirsê balyozxaneya Amerîkayê li Lîbyayê Jeremy Brent sedana Bingaziyê kir û bi kurên Xelîfa Heftar re civiya û gelek dosyayên girêdayî saziyên ewlehiyê û aboriyê nîqaş kirin.

Rojnameyê ku cih daye nêrîna akademîsyenan, nivisî ku ev tevgerên navneteweyî welêt derbasî pêvajoyeke xetere ya nakokiya navneteweyî dike ku dibe di dawiyê de bi rastî welat parçe bibe û nîşan didin ku her aliyek dixwaze hegemoya xwe li ser hesabê hegemoya aliyê din firehtir bike.

JI BER FÎŞARAN ÎSRAÎL DÎSA VEGERIYA DANÛSTANDINÊN DÎLGIRTIYAN

Der barê danûstandinên agirbestê yên navbera Îsraîl û Hemasê de, rojnameya Şerq El Ewsat îşaret pê kir ku meclisa wezîrên birêvebirina şer a hikumeta Îsraîlê, ji ber fişarên malbatên dîlgirtiyan û şandina şandeya danûstandinan ji Qahîreyê re, qebûl kiriye ku ji nû ve dest bi danûstandinên dîlgirtiyan bi Hemasê re bike, nemaze ku di reşnivîsa Nitzan Alon de, guhertinên ku Hemasê erê kirine, di ber çavan re hatine derbaskirin.

Rojnameyê diyar kir ku Misir hîna gumanên wê ji cidîbûna Îsraîlê têkildarî "lihevkirinê" hene û wek "rahênaneke nû ji aliyê Îsraîlê ve" wesifand ku dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke payebilind a misrî wergirtine wiha nivisî: "Helwesta Îsraîlê hîna ne xurt e ku bikarin dawiyê li ser agirbestê û guhertina dîlgirtiyan li hev bikin."

(şx)