Li Siwêdayê krîza perwerdehiyê

Ji ber redkirina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya dayîna alîkariyên darayî û ambargoya berdewam, Siwêda rûbirûyî krîzeke mezin a perwerdehiyê ye. Mamosteyan banga destwerdana lezgîn kir.

Li Siwêdayê krîza perwerdehiyê
1 cotmeh, 2025   23:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Mûdîra Perwerdeyê ya Siwêdayê Leyla Cehcah ji medyaya dîjîtal a xwecihî re diyar kir ku di destê wan de tu alîkariyên darayî nîn in. Leyla destnîşan kir ku mûdîriyet rojekê jî ji bo dayîna daxwazên serfkirinê dereng nema, lê di banka navendî ya Siwêdayê pere nîn in û xebatên perwerdehiyê ji 3 mehan ve ji mafên xwe yên darayî mehrûm in.

Leyla da zanîn ku di beşa perwerdehiyê de nêzî 12 hezar karmend hene û digel ambargo û rewşa jiyanê ya hilweşyayî di krîzeke debarê ya mezin de dijîn.

Leyla, destnîşan kir ku pereyên ji bo xebatkarên perwerdehiyê hatine veqetandin veguherandine bajarokê Mezrea yê rojavayê Siwêdayê yê di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de. Leyla diyar kir ku lê ji bo karmend mûçeyên xwe ji wir bigirin xeteriyên mezin hene, ji ber ku wê werin girtin.

Leyla da zanîn ku bajarokê Mezra bûye “navenda sereke ya hikumetê ku bi rêya wê hewl dide şêniyên Siwêdayê kontrol bike, şantaj bike û neçarî serîtewandinê bike”.

Ligel zehmetiyan, lê dibistanên Siwêdayê yên nebûne cihên vehewandina koçberan amadekariyên perwerdekirinê tên kirin. Li kêlek wê avahî tên amadekirin ku koçberan li wir bi cih bikin, da ku wan dibistanan jî vekin.

Girêdayî mijarê, mamoste û karmendên Siwêdayê bi daxuyaniyekê bang li rêxistinên navneteweyî û yên têkildarî mafên zarokan û UNCIF`ê kir ku destwerdanê bikin da ku mûçeyên wan bên dayîn û proseya perwerdehiyê dewam bike.

Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku bêparhiştina mamosteyan ji mûçeyan dilgel ambargoya heyî, siberoja nifşekî giştî ji xwendekaran dixe xetereyê.

(şx)