Li gundewarê Humsê 2 kes hatin kuştin

Li gundewarê Humsê çekdaran rasterast gule berandin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û yekî din birîndar bûn. Şêniyên li geliyê El Nasarayê, li hember sûcên çekdaran, sibe boykota giştî ragihandin.

Li gundewarê Humsê 2 kes hatin kuştin
1 cotmeh, 2025   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şahidan ji gundê Enaz ê herêma geliyê El Nasara yê rojavayê Humsê, çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li pêşiya ofîsa muxtarê gund, gule bê ser û ber reşandine. Di encamê de 2 ciwanên bi navên Wîsam Corc Mansûr û Şefîq Refîq Mansûr hatin kuştin û ciwanekî din bi navê Pîyêr Herqîs û gelek kesên li wir hazir birîndar bûn ku dûre ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Heman şahidan diyar kirin ku çekdaran “zêdetirî 30 gule avêtine kesên li pêşiya ofîsa muxtar rûniştibûn û dûre bi rêya Debaxa ber bi gundê Hisin ve reviyane”.

Şahidan diyar kir ku piştî bûyerê şêniyên gund seferber bûn û çûn benda “ewlehiya giştî” ya li dora gund û endamên wê jê qewitandin. Her wiha kelaha Hisnê dorpêç kirin. Şêniyan bang kir ku êrişkeran radestî wan bikin.

Li gorî çavkaniyan, şêniyan li hember vê bûyerê sibe li herêma geliyê El Nasarayê boykota giştî ragihandin.

(şx)