Almanyayê dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj kir

Hikumeta Almanyayê biryar da ku dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj bike.

Almanyayê dema wezîfeyê ya hêzên xwe yên li Iraqê dirêj kir
11 kanûn, 2025   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeyên di medya Almanyayê de hatin weşandin, hikumeta Almanyayê biryar da ku dema wezîfeyê ya hêzên Elman ên li Iraqê heta Çileya 2027'an dirêj kiriye.

Her wiha hate ragihandin ku di dema navborî de wê di hejmar û wezîfeya leşkeran de guhertinek neyê kirin. Li gorî agahiyan, biryara hikumetê wê pêşkêşî parlamentê bê kirin û biryara dawî jî li parlamentê bê dayin.

Hêzên Alman di sala 2020'î de ji bo hevkariya şêwirmendiyê û perwerdeyê bi pêşmerge û hêzên Iraqê re bike, ji bo liv û tevgera hewayî bişopîne û karên berhevkirina îstîxbaratê bimeşîne hatin Iraqê.