Alîkarî dê di deriyê Cebhet El Nusra û dewleta Tirk re derbas bibin

Beriya dema derbaskirina alîkariyên navneteweyî ber bi herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de bi dawî bibe, hikumeta Şamê dirêjkirina dema gihandina alîkariyan heta 6 mehan erê kir.

Alîkarî dê di deriyê Cebhet El Nusra û dewleta Tirk re derbas bibin
12 ÇILE 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya ku dema derbaskirina alîkariya bi rêya deriyên sînor ên bi Tirkiyeyê re bi dawî bibe, hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyê di wan deriyan re, heta 6 mehên din dirêj kir. 

Navîna sala borî derbaskirina alîkariyan di deriyê sînor Bab El Hewa re rawestiyebû, piştî ku komîteyê nekarî lihevkirinê dirêj bike.

Reutersê ku agahiyên xwe dispêre şandeya hikumeta Şamê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku hikumeta Şamê destûra ku ji NY`yê re hatiye dayîn ji bo ku di deriyê Bab El Hewa re alîkariyê bigihîne bakurê rojavayê Sûriyeyê, heta 6 mehên din anku heta 13`ê Tîrmeha 2024`an dirêj kiriye.

Hikumeta Şamê dihêle alîkarî bi rêya sînorên li herêmên dagirkirî derbas bibe lê di heman demê de nahêle alîkarî di deriyên li herêmên din ên Rêveberiya Xweser re mîna deriyê Til Koçerê re derbas bibin.

Deriyê Til Koçerê ji 2020`an ve bi biryara Meclisa Ewlehiyê û vetoya Rûsya û Çînê hatiye girtin. Her du welatan israr kir ku alîkarî di deriyê Bab El Hewa re yê di bin dagirkirina Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet Nusra berê) de derbasî bakur û rojhilatê Sûriyeyê bibe.

(şx)