Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan komxebatek li dar xist

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan komxebatek bi sernavê "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mîsogeriya azadiya gelan e" li dar xist.

1 cotmeh, 2025   16:20
KOBANÊ

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan komxebatek bi sernavê "Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Misogeriya Azadiya Gelan e" li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist.

Di destpêka komxebatê de Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsif, Hevserokê PYD’ê yê Kantona Firatê Bozan Xelîl û seroka Meclisa Jinan a Kantona Firatê Macîde Hesûn axivîn.

Bozan Xelîl got:

 "Di dema dawîn de em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dibin. Ji destpêka hereketa azadiya Kurdistanê ve berxwedanek tê meşandin û heta niha jî ew meş didome. Niha jî em dibînin di dema me de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derket ku bi xwe re pêvajoyeke hebûnê da avakirin."

Macîde Hesûn jî qala rola jinan kir û wiha axivî: “Rêber Apo careke din girîngî daye rola jinan û jin careke din li gorî zagona neteweya demokratîk bi edalet û civakeke exlaqî û polîtîk civaka xwe bi rê ve bibe. Îro careke din em ê li ser wê rêya azadiya jinan li ber xwe bidin û bigihêjin serkeftinê.”

Foza Yûsif jî bi rêya dîmen tev lê bû û wiha axivî: “Cîhan bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû maye, heta em manîfestoyê baş fêm nekin, em ê pêvajoya niha jî tam fêm nekin. Îro niha manîfestoya ku bi rêya nirxandinên 10 salan ên Rêber Apo ye, dahûrandin, nirxandin û dîtina çareseriyê ye. Di wir de jî em ê bi pêş bikevin. Niha jî jin û ciwan dikarin ji wê re bibin pêşeng.”

Akademîsyena ji Misirê Saher Hesen ku bi dîmen tev li komxebatê bû û wiha axivî: “Min gelek caran li ser dîrokê xwendiye; rola jinan, rola civakê, lê wekî ya vê manîfestoyê min nedîtiye. Ev manîfesto xwedî bandoreke gelekî mezin e. Di heman demê de li hemberî desthilatdariyê rabûye, ew desthilatdariya ku li hemberî jin, ciwan û heta bi civakê tunebûnê û qirkirinê pêk tîne. Ew jinan wek navenda hebûnê dide şîrovekirin. Niha em dibînin ku jinên Kurd bûye îlhama serkeftin û pêşengên şoreşê ji tevahî jinên cîhanê re, jina Kurd dê bibe çirûska destpêkirina azadiya tevahî jinên li cîhanê, ne tenê ji neteweya Kurd re lê wê ji tevahî cîhanê re bibe zemîna serkeftinê.”

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa û hevseroka Desteya Têkiliyan a PYD`ê Leyla Ehmed di beşa duyemîn de axivîn.

Leyla Ehmed wiha got: "Bi vê yekê re Rêber Apo dest bi guhertineke bingehîn dike, îro em li vir in ku em vê yekê biguherin û komînê bikin bingeha civakê. Li derveyî dewletê, em ê komînan esas bigirin. Di dîrokê de jin pêşeng bûn. Me bi hezaran şehîd dan û her şehîd bi xwe komîneke jiyanê ye û ew jiyan jî dê bigihêje serkeftinê."

Bi rêya dîmen mamosteyê dîroka nûjen ê ji Misirê Mihemed Rifet axivî û got: "Di dîroka nûjen de Abdullah Ocalan yek ji kesên ku xwedî cihekî gelekî mezin e, ruxmî ku gelê Kurd rastî gelek qirkirinan hatiye jî, lê Ocalan jî di nava serdemekê de derket. Ocalan bang kir û em jî wê bangê dibînin ku ew cihê serkeftinê û cihê çareseriyê ji tevahî Rojhilata Navîn e.”

Hevserokê Zanîngeha Kobaniyê Şervan Mislim û hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto jî di beşa dawîn a komxebatê de axivîn.

Avaşîn Misto wiha axivî: “Piştî ku Rêber Apo manîfestoya xwe de derxist, çareserî anku destpêkeke nû hat vekirin. Îro em dibînin ku divê ji her demê bêhtir hevgirtin hebe ku em bibin hebûnek. Ew jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e.”

Şervan Mislim got Rêber Abdullah Ocalan di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nû ve dîrokê dinivîse û wiha axivî: "Em niha dibêjin entegrasyona pozîtîf, dibêje li dijî desthilatdarî û kapîtalîzmê, divê em bi hev re hev temam bikin û bi yek destî sîstema entegrasyonê bi pêş bixin da ku em bi hev re di nava civakeke azad û wekhev de bijîn.”

Lêkolîner û akademîsyen Tomas Jefer jî wiha axivî: “Demokratîkbûna Kurdan bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêkan e. Niha Kurd vê yekê dikin. Dewleta Tirk a dagirker vê yekê paşguh dike, demokratîkbûnê qebûl nake. Aştiyê qebûl nake, lê fikra Rêber Abdullah Ocalan digihêje serkeftinê.”

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.

(sş)

ANHA