Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin

Şêniyên gelek bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêxistina agirê Newrozê cejna Newrozê ya 2024'an pêşwaz kir.

Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
Agirê Newroza 2024ˊan hat pêxistin
13 adar, 2024   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê şêniyên bajarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahî li dar xistin, agirê Newzorê dadan û bi wê yekê dest bi şahiyên cejnê hat kirin.

Li navçeya Girkê Legê Şaredariya Gel şahiyek li pêşiya avahiya şaredaeiyê li dar xist. Di şahiyê de bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn.

Di şahiyê de peyam hatin xwendin û şêniyan li derdora agir govend gerandin.

Li bajarê Tebqayê şahiyek li navenda Yekitiya Werzîşê ya kantona Tebqayê hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Dayikên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist.

Şahî bi gerandina govendan li dor agirê Newrozê bi dawî bû.

Çaverê ye şahiyên pîrozbahiya Newrozê heta 21'ê Adarê bidomin.

(mh)