8`ê Adarê kevneşopa berxwedan û têkoşînê ye - BİHAR EWRÎN

8`ê Adarê kevneşopa berxwedan û têkoşînê ye - BİHAR EWRÎN
8 adar 2024   02:35

Li erdnîgariya Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê têkoşîn û xebat bi roj an dîrokekê re sînordar nîn e. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û bandora wê li kêleka çanda mêrsalar û olê jiyana neteweyên bindest û bi taybet jinan, bi zehmetiyê re rû bi rû hiştiye. Di rewşeke ku çanda bi serweriya mêran bi avayên cuda xwe ji nû ve ava dike û di dewlet, saziya malbat û zewacê û dezgehên ragihandinê de xwe nîşan dide, pêwîstî bi têkoşîneke çendalî xwedî bername û nexşerê heye. Tevgera Azadiya Jinên Kurd ku nêzî nîvsedsalê têkoşîna wê bi awayekî radîkal û aktîf berdewam dike, bandoreke mezin li ser jinên herêm û her wiha cîhanê hiştiye û mînakek herî berbiçav a têkelbûna herêmî û gerdûnî ye. Ev têkoşîn xwedî ezmûn û danehevên pir, bi nirx û civakî ye. Ji yekem rêxistinên jinan heya pêngavên avakirina konfederalîzma demokratîk a jinên cîhanê gav bi gav pêşde çûn û ji bo her merheleyê xwedî perspektîf û proje bûn.

ŞOREŞEKE ÇANDÎ AVA NEBE ŞOREŞEK CIVAKÎ JÎ NE PÊKAN E

Helbet ev têkoşîna bi ked û hewldanên Rêber Apo dest pê kir û Rêbertî xwe wek şervanê azadiya jinan pênase kir ku bê guman bi xwe şoreşeke hem di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê hem jî civaka Kurd ava kir. Wê demê Tevgera Azadiya Jinê û Şoreşa Jinê; şoreşek çandî û hişmendiye û heya di Rojhilata Navîn de şoreşek çandî ava nebe şoreşek civakî ji nepêkaneye. Çava ku Rêbertî di pirtûka ‘’Kuştina Zilam’’ de taybetmendiyê mêrê kilasîk rexne kirî û dibêje “Yekem pêngav ber bi sosyalîzmê kuştina mêrê sedeste.” Ji ber wê têkoşîna herî xurt divê li hemberê taybetmendiyên mêrê hegemonîk û çanda wê ye. Ji xwe bingehê hemû pirsgirêkên civakî di tekîliyê jin û mêr yê li ser bingehê serdestiya mêr û bindestiya jinê ye. Divê kar û xebat ji bo ava kirina têkîlyên nû yê jin û mêr û guhertina mêr were meşandin.

WEKHEVIYA HIQÛQÎ NAYÊ WATEYA AZADIYÊ

Roja 8`ê Adarê, roja cîhanê ya jinan a têkoşîn û berxwedana li dijî sîstema modernîteya sermayedar û pergala mêrê serwer veguherandiye çand û kevneşopekê. Lê pêşketinên dîrokê ji bo me dersên pir hêja daye fêr kirin ku li her serdema dîrokê pêwîstî bi perspektîfek nû ji bo têkoşînê heye. Bi ruxmê ku li pir welatan di warê qanûnî de ji bo jinan maf hatiye dayîn lê mixabin em nikarin bêjin li tu deverê cîhanî jin azad bûne. Bi gotinek din wekheviya hiqûqî nayê wateya azadiyê. Ji xwe sîstema cîhanê her tim bi şêvazên cûda hewl daye tevgerên ku ji bo azadiya jinan têkoşîn dikin, lîberalîze bike û di nav sîstema xwede bihelîne.

JINEOLOJÎ WEK ZANISTA JINÊ RABÛNEKE RADÎKAL E

Mixabin di salên dawîn vê siyasete bandor li hinek tevgerên femînîst kiriye. Lê pêşketinên heyî nîşan dide ku dijminahiya dîrokî a bi jinan re di vê sedsalê jî bi her avayî xwe dide der û divê li hemberê êrîşên îdeolojîk û bênasname hiştina jinê hayadar bin û zanistek pêşbikeve, naxwe destkeftiyên heyî jî yê ji dest biçe. Jineolojî weke zanista jinê derketinek radîkale ku ji Femînîzm û tevgerên mafxwaz wêdetire. Jineolojî têkoşînek siyasî, zanistî û civakî ye ku li dijî mêrsalarî kok vedayî û hemû sîstemên hiyêrarşî weke hikûmetên modern ku li ser esasê desthilatdariyê hatiye avakirine û her wiha îstîsmara sermaye ye. Jineolojî felesfeyek nû ji bo pêşerojek nû ye.

BINGEHEKE XURT JI BO AVAKIRINA YEKITIYA JINAN ÇÊDIKE

Yek ji faktorên sereke ji bo avakirina bereyeke bihêz li hemberê sîstemê yekitiya jinan e. Ev yekitî divê li ser xalên hevbeş were avakirin ku bikare dîvarê despotîzma dewletê û çanda baviksalarî birûxîne. Di salên dawî de ev konferans û hevdîtinên ku çêdibin, bingehek xurt ji bo ava kirina yekitiya jinan çêdike ku bikarin rasterast hevdû bibînin û li ser pirsgirêkên jinan nîqaş bikin. Êdî tu sînor nikare li hemberê hêza jinan û têkoşîna wan raweste. Tevgera Azadiya Jinên Kurd di salên dawî bi xebatek berfireh hewl daye bi hemû jinên cîhanê re hem bi rêka Jineolojî û hem jî xebatê dîplomasiya jinê torek pêywendiyê ava bike ku em bikarin yekitiyek ruxmê ferq û cudahiya çêbikin û di heman demê de bingeha ava kirina Konfederalîzma cîhanî ya jinan jî were pêşxistin. Wê demê çawa ku me destpêkê jî îşaret pêkir jin di hemû merhelê dîrokê di pozosyona berxwedanê bûne û hîna jî berdewam dike û yê bike.

FAKTORA ESAS A DIN PERWERDEYA JINAN E

Helbet yek ji lingên sereke ji bo pêkhatina şoreşa jinê li herêmê birêxistinkirina jinan e ku her çar parçeyên Kurdistanê di vê alî de xwedî tecrube ne. Bê sazûmaniya jinan û çalakiyên ferdî nikare pir bi encam be. Faktora esas ya din perwerda jinan e. Perwerde xwebûn û zanebûnê ava dike. Ji ber heya zanistek di aliye maf û daxwazan de çênebe, têkoşîna ji bo bidest xistina wê jî çênabe. Helbet ev perwerde divê gîştî û hemû jinan esas bigire û taybet jinên çînên bindest ku zêdetir ji şer, xizantî û koçberiyê bandor dibin. Perwerde ji bo her civakê pîvanek serekeye. Taybet ji bo jinan jî xwedî girîngiyek mezine. Ji ber wê yek ji stratêjiyên sereke yê rêxistin û tevgerên jinan eve ku xwedî bernameyên perwerdê bibin. Helbet ev perwerde divê ne bizimanek elît ku neyê fêmkirin be, divê bi zimanek sade be ku were fêmkirin û civakî bibe. Ji ber niha hîna jî li pir deverên cîhanê derfetên perwerdê ji bo jinan pir kême û hinek cihan qet nîne. Wê demê heya îmkanên wekhev ji bo perwerdê ava nebe jin nikarin li ser pirsgirêkên xwe agahdar bin û rêyên çareserî biafirînin.

EM BIKARIN DÎROKEKE BI NIRXÊ AZADIYÊ JI PÊŞEROJÊ RE BINIVÎSIN

Di encama kevneşopa dîrokî ya şoreş û berxwedana li Mezopotamyayê îro jî heman çand berdewam e. Şoreşa jinan li Rojhilata Navîn derbasî qonaxa herî dijwar û hesas bûye. Divê her jinek bi vê berpirsyariyê tev bigere ku em bikarin dîrokeke bi nirxê azadî û wekheviyê ji pêşerojê re binivîsin û pêşveçûna dîrokî biguherînin li ser esasê wekheviya jin û mêran û azadiya gelan. Encax em dikarin erkên xwe yê dîrokî pêk bînin.

ANHA