Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Nîdal El Mihemed

Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nîdal Îbrahîm El Mihemed û soz da ku têkoşîna şehîdan berdewam bikin.

Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Nîdal El Mihemed
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Nîdal El Mihemed
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Nîdal El Mihemed
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Nîdal El Mihemed
Şêniyên Til Hemîsê sersaxî da malbata şehîd Nîdal El Mihemed
27 nîsan, 2024   15:01
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, part, rûspiyên êlên Ereb li gundê Xiwêle El Raîdat ê navçeyê kom bûn û sersaxî da malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nîdal Îbrahîm El Mihemed ku 25`ê Nîsanê li herêma Cinûb a navçeyê şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Hemze El Mihemed axivî û got: "Destpêkê em sersaxiyê didin xwe û malbata şehîd. Em bi şehîdên xwe serbilind in."

Endamê Meclisa Rûspiyan a herêma Cizîrê Hesen El Ferhan jî got: "Bi saya fedakariyên şehîdan, plan û komployên komên terorîst û dewleta Tirk a dagirker bi bin ketin."

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ferhan El Salim jî soz da malbatên şehîdan ku tola şehîdan hilînin û li pêşiya dijminan bibin bendeke asê.

Malbata şehîd Nîdal fedakariyên şehîdan silav kirin û soz da ku rêya wan bişopînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Nîdal hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA