191 malbatên iraqî ji kampa Holê derdikevin

191 malbatên ji Iraqê xwe amade dikin ji bo ku sibê ji kampa Holê derkevin û vegerin Iraqê.

191 malbatên iraqî ji kampa Holê derdikevin
27 nîsan, 2024   15:09
HESEKÊ

Di çarçoveya koordîneya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Komîteya Koçberiyê û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, 191 malbatên ji Iraqê xwe amade dikin sibê ji kampa Holê derkevin û vegerin Iraqê.

Ji destpêka salê ve, ev beşa duyemîn a koçberên Iraqê ye ku vedigere Iraqê.

Kampa Holê, kampa herî xeternak a cîhanê ye. Li gorî daneyên ku rêveberiya kampê parve kirine, 42 hezar û 781 kes tê de dijîn.

(şx)

ANHA