Rûsyayê hişyarî li ser şerekî berfireh li Ewropayê da

Efserekî Rûsyayî hişyarî li ser veguhastina aloziya Ukraynayê bo şerekî berfireh li Ewropayê da û got: "Îhtîmal e ku hêzên Rûsyayê bikevin nava aloziyeke nû ya mezin."

Rûsyayê hişyarî li ser şerekî berfireh li Ewropayê da
7 adar 2024   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke ragihandinê ya Rûsyayê diyar kir ku serokê akademiya leşkerî ya serfermandariya gişt ya artêşa Rûsyayê Vladimir Zarodnetsky ev gotin di gotareke wezareta berevaniyê ya bi navê "Fikrê Leşkerî" de gotine.

Ajansê diyar kir ku Vladimir Zarodnetsky wiha gotiye: "Îhtîmal heye ku aloziya Ukraynayê bi rêya zêdekirina hêzan berfirehtir bibe û bibe şerekî giştî li Ewropayê. Jêdera sereke ya gefên leşkerî li dijî dewleta me siyasetên li dijî Rûsyayê ne. Ew siyaset jî ji aliyê DYA û hevkarên wê ve tên meşandin. Ew hewl didin bi hemû rêbazan Rûsyayê qels bikin, serweriya wê sînordar bikin û yekitiya xaka wê têk bibin."

Vladimir Zarodnetsky diyar kir ku îhtîmal e Rûsyayê bixin nava şerekî nû ya mezin.

Vladimir Zarodnetsky banga pêkanîna guhertinan di makanîzmaya rêxistinkirina artêşa Rûsyayê û ewlekariya wê de kir û got divê ew jî bi rêya xwespartina dewletên dost pêk were, da ku ewlekariya Rûsyayê misoger bikin û yekitiya civaka Rûsya biparêzin.

(mh)