Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê avakirina komîteyeke şaxî ya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi dawî kir û ji bo wê 8 kes erkdar kirin.

Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin
Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin
Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin
Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin
Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin
Li Reqayê komîteya hilbijartinan hate avakirin
27 nîsan, 2024   14:37
REQA

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê civîna xwe ya 4`an li dar xist.

Di civînê de îstîfaya hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a kantona Reqayê Lîna El Casim hate erêkirin û Sebah Mihemed Ebdulezîz li şûna wê hate hilbijartin.

Her wiha meclisê 8 endam ji bo komîteya şaxî ya Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erkdar kir.

Meclisê di civînê de endamtiya Kedîm El Îdan û Fehîme El Casim jî erê kir.

Di dawiyê de endamên erkdar, sond xwarin û dest bi karê xwe kir.

(şx)

ANHA