QSD`ê gelek çek desteser kirin

QSD`ê ragihand ku li gundên Hesekê gelek çek û cebilxane desteser kirine.

QSD`ê gelek çek desteser kirin
13 ÇILE, 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, ev agahî parve kirin: 

"Di çarçoveya operasyonên lêgerînê yên domdar ên hêzên me de, QSD`ê roja înê li gundê Elûs ê bajarê Şedadê miqdareke çek û cebilxane desteser kirin ku komên terorîst hewl dida bi wan êrişî navendên hêzên me û bajaran bikin."

Di dewama daxuyaniyê de navendê diyar kir ku QSD`ê li derdora bajarê Şedadê jî, dikên (qaîde) avêtina moşek û hewanan desteser kiribûn.

Navendê da zanîn ku xebatên hêzên leşkerî li hember kesên dixwazin tevliheviyê li herêmê derxistin û aştiya navxweyî têk bibin, berdewam in.

(şx)