74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn

74 cangoriyên azadiyê yên mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê bi merasîmekê li bajarê Tirbespiyê hatin bibîranîn.

74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
74 şehîd li Tirbespiyê hatin bibîranîn
19 nîsan, 2026   13:26
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê merasîma bîranîna 74 cangoriyên di mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de li cih û demên cuda şehîd bûne li dar xist.

Merasîma bîranînê li hola PYD`ê bi beşdarbûna bi dehan malbatên şehîdan û şêniyên bajêr bi  deqeyek rêzgirtin dest pê kir.

Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Zîwer Elî axivî. Zîwer Elî  anî ziman ku xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan erkeke dikeve ser milê her kesî û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê em rêya ku şehîdan dabû destpêkirin berdewam bikin."

Zîwer Elî diyar kir ku bi saya şehîdan pêkhateyên herêmê; Kurd, Ereb, Suryan û ên din bi hev re di nava aramî û ewlehiyê de dijîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Zîwer Elî, di dawî de got banga xurtkirina yekrêziya kurdî kir û got: "Ji her demê zêdetir gereke ku em yekrêziya Kurdî xurt bikin. "

Piştî axaftinan wêneyên şehîdên hatine bibîranîn bi sînevîzyonekê hat pêşandan û wesîqeyên wan hatin xwendin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

 (ex/bb)

ANHA