68 roj e aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn

Ji rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 68 roj e agahî nayê girtin.

68 roj e aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn
31 kanûn, 2023   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa erebî ya ajansa Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ev 68 roj e agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî revandina Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwar û îtiraf kir ku wî revandine.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, lê hîna PDK’ê derbarê rewşa Silêman Ehmed de tu agahî nedaye.

Rê nayê dayîn ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.