5 welatî li Efrînê hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ˊPolîsên Leşkerîˊ 5 welatiyên din li Efrîna dagirkirî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê revandin.

5 welatî li Efrînê hatin revandin
25 tebax, 2024   16:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyekî xwecih ê ji Efrînê, çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ bi ser malên li taxa Sîna ya li navenda bajarê Cindirêsê yê Efrînê de girt û 5 welatî revandin. Navên wan wiha ne: Nebhan Hesen Haco (52) ji xelkê Şiyê, Hisên Hesen Xorşîd (32) ji gundê Gorda, Îbrahîm Yûsif Silêman (40) ji gundê Xalta, Mistefa Şukrî Hemo (34) ji gundê Çeqela Navîn yê Şiyê, Selah (55) ji gundê Baflûrê yê Cindirêsê.

Heman çavkanî got, çeteyan ew welatî ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên ˊPolîsên Leşkerîˊ vê sibehê welatiyê bi navê Dawûd Reşîd Ukaş (46) ê ji gundê Kurzêlê yê bajarokê Bilbilê yê Efrînê revandibûn.

(fr)

ANHA